Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Li Yemenê xelk tûşî krîza ava vexwarinê bûne

Ji aliyê RÛDAW 7-3-2019
Akinciyên Taizê ji ber bêaviyê dinalin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Yemenê, piştî şerên dûr û dirêj, xelkê wî welatî niha rastî krîza ava vexwarinê hatiye û rojane pêdiviya wî welatî bi 35 metresêca avê heye, lê tenê 18 hezar metresêca av tê peydakirin.


Bajarê Taîzê yê Yemenê ku berê ava xwe ji bîran derdixist, niha krîza avê lê derketiye û berpirsên wî welatî jî heya niha nekarî ne wê pirsgirêkê çareser bikin. Xelkê bajarê Taîzê jî dibêje, ji bilî ku ew avê têr venaxwen, di heman demê ditirsin ku nexweşiyên cuda jî di nava xelkê de derbikevin.


Zarok dikevin rêzê daku galonên xwe tejî av bikin. Li Yemenê ligel destpêkirina şerê navxwe, krîza avê jî li wî welatî serî hilda, bi taybetî li bajarê Taiz ku dikeve başûrê rojavayê Yemenê.


Derbarê rewşê de akinciyê Taîzê Hîşam Elî got: "Şer krîza avê derxistiye, em fêr bûne ku av ji navçeyên Sala yan jî Thaabet bidest me bikeve, lê niha li van deveran şer heye. Av di bîran de nemaye, bîrek li nêzîkê Mizgefta Sedam hebû, ew jî ziwa bû. Niha kirîna avê bi 12000 Riyalê Yemenî ye ku dike 22 dolar, ev yek jî pirsgirêkeke mezin e."


Di van çend hefteyên derbasbûyî de, krîza avê li bajarê Taiz kûrtir bûye û bihayê avê bi awayekî berçav bilind bûye. Bi gotina berpirsên bajêr, rojane pêdiviya Taizê bi 35 hezar metresêca avê heye, ev jî di demekê de ye ku rojane tenê 18000 metresêca av ji vî bajarî re tê peydakirin.


Rêveberê Kompanyaya Ava Hikûmî li Taizê Bedrî Mihemed jî got: “Krîz piştî şer mezin bû, krîz bû sedema wêya ku ji sedî 144 ava bajêr zêde bibe. Niha qerebalixiyeke zêdetir dibînin, koçber jî li vê derê ne, dema havîn jî nêzîk dibe, krîz xirabtir dibe. Di hefteyên derbasbûyî de nirx bilindtir bûne."


Hemû ew bîrên avê ku berê bajarê Taiz pişta xwe pê girêdida, asta av di nav wan de kêm bûye yan jî bi tevahî ziwa bûne. Krîza siyasî, şer û pevçûnan pirsgirêka avê li vî bajarî mezintir kirine û berpirsên bajêr nikarin ji navçeyên din avê ji akinciyên Taizê re peyda bikin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.187 seconds