Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Iraq û Rêveberiya Xweser li ser çekdarên DAIŞê xwedî helweseteke hevbeş in

Ji aliyê RÛDAW 7-3-2019
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ji hejmara zêde ya çekdarên girtî yên DAIŞê nîgeran e û bang li welatên cîhanê û saziyên navdewletî dike, wan çekdaran werbigrin. Iraqê jî di derbarê çekdarên DAIŞê yên biyanî de heman helwêsta Rêveberiya Xweser heye û Rawêjkarê Asayişa Niştimanî ya Iraqê, Falih Feyaz dibêje, divê welatên cîhanê çekdarên DAIŞê werbigirin û Iraqê jî qerebû bikin.

 

Baxoz keleha dawî ya DAIŞê ye û niha ku keleh li ber herifînê ye, bala civaka navdewletî li ser wê eniya şer e. Iraq ku li duyemîn bajarê wê yê herî mezin xelafeta DAIŞê hatibû ragihandin û şerê dijî DAIŞê zerareke mezin gihandiye wî welatî, sînorên xwe yên ligel Sûriyê qayîmtir kirine, daku nehêle çekdarên wê rêxistina radîkal ji wî aliyê sînor derbasî nav welat bibin.

 

Dawiya meha derbasbûyî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 280 çekdarên DAIŞê yên Iraqî û biyanî radestî hikûmeta Iraqê kirin. Fermandarekî Artêşa Iraqê dibêje, 14 kes ji wan çekdaran Fransî bûn û 6ê din jî xelkê welatên Erebî bûn.

 

Ew yek di demekê de ye ku hejmareke zêde ya çekdarên DAIŞê di zîndanên Iraqê de ne. Rawêjkarê Asayişa Niştimanî ya Iraqê jî di Yekemîn Foruma Hewlêrê ya Salane de ku ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê ve hatibû organîzekirin, daxwaz ji welatên biyanî kir ku çekdarên DAIŞê werbigirin û Iraqê jî qerebû bikin.

 

Falih Feyaz diyar kir: "Brîtanya, Fransa û welatên din ên Ewropayê bi heman awayî red dikin ku terorîstên xwe werbigirin. 2500 çekdarên DAIŞê yên biyanî welatên wan red dikin ku wan werbigirin, base çawa vê pirsgirêkê çareser bikin? Bi baweriya min divî cîhan Iraqê qerebû bike. Rola çekdarên biyanî yên DAIŞê di wêrankirina jêrxana Iraqê û bajarê Mûsilê de hebû. Çima qurbaniyên bûyera Lokerbî û 11ê Îlonê li New York û çend welatên din bi 10 heta 15 milyon dolar tên qerebûkirin, çima ev li Iraqê çênabe? Divê ew welatên ku bi rêya welatiyên xwe di nav rêzên DAIŞê de beşdarî wêrankirina Iraqê bûne, Iraqiyan qerebû bikin."

 

Li wî alî sînor jî, ji xeynî şerkirina dijî DAIŞê, giraniyeke zêde li ser mile Encûmena Sûriyeya Demokratîk e.

 

Hevserokê Desteya Navxwe ya Kantona Cezîrê, Kenan Berekat ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, hejmara zêde ya dîlên DAIŞê û malbatên wan bûne mijareke ciddî û metirsî li ser hemû cîhanê heye.

 

Kenan Berekat daxwazê ji welatên cîhanê dike ku çekdarên xwe yên DAIŞê bibin.

 

Hevserokê Desteya Navxwe ya Rêveberya Xweser li Rojavayê Kurdistanê herwiha hêvî kir, ku Dadgeha Navdewletî ya Lahay jî ji bo çareserkirina rewşa çekdarên DAIŞê yên dîl de destwerdanê bike.

 

Di sala 2014ê de rûberekî berfireh ji axa Iraqê ku beşa herî zêde navçeyên sînorî bûn, ketin jêr desthilata DAIŞê. Di Kanûna 2017ê de serokwezîrê wê demê yê Iraqê kontrolkirina tevahiya welat ji destê DAIŞê ragihand.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds