Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Serok Barzanî û Şah Ebdullah civiyan

Ji aliyê RÛDAW 7-4-2019
Rûdaw

Emman (Rûdaw) – Serok Barzanî û Şah Ebdullah civiyan û di civînê de peywendiyên siyasî, aborî, serbazî û ewlehî yên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Urdinê dê werin gotûbêjkirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ji Emmanê ragihand: “Îro piştî nîvro (07-04-2019) Şahê Urdinê Şah Ebdullah li Koşka Qiraliyetê bi awayekî fermî û protokolî, pêşwaziya Serok Barzanî kir û niha di civînê de ne.”

 

Peyamnêrê me eşkere kir: “Biryar e di civînê de behsa peywendiyên siyasî, aborî, serbazî û ewlehî yên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Urdinê werin gotûbêjkirin.”

 

Urdin yek ji welatên dostên Herêma Kurdistanê ye, Şah Ebdullah bi xwe, yek ji dostên nêzîk ên Serok Barzanî ye û peywendiyeke bihêz a siyasî û aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de heye, herwiha peywendiyên siyasî yên bihêz û dîrokî û kûr di navbera Serok Barzanî û Şah Ebdullah de hene.

 

Serok Mesûd Barzanî li ser vexwendina fermî ya Şah Ebdullah beşdarî Korbenda Aborî ya Deryaya Mirî bû, ev jî derfetek bû ku careke din Serok Barzanî û Şahê Urdinê bicivin.

 

Di nav sê mehên derbasbûyî de ev duyem civîna navbera Serok Mesûd Barzanî û Şah Ebdullah e, di 17-01-2019an de bi heman şêwe Serok Barzanî li Koşka Qiraliyetê ji aliyê Şahê Urdinê Şah Ebdullah ve hatibû pêşwazîkirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds