Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Tirkiyê 203 kesên Kurd û iraqî dîportî Herêma Kurdistanê kir

Ji aliyê RÛDAW 8-7-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyê 203 kesên ku pasportên Iraqê bi wan re bûn û beşek ji wan xelkê Iraqê û beşek jî xelkê Başûrê Kurdistanê bûn, piştî girtinê vegerandine Herêma Kurdistanê.

 

Li gorî agahiyan, 203 penaberên bi nasnameya iraqî ku dixwestin xwe bigihînin welatên Ewropayê, ji aliyê Tirkiyê ve bo Herêma Kurdistanê hatine vegerandin û li xala sînorî ya Îbrahîm Xelîl radestî Hikumeta Herêma Kurdistanê hatin kirin.

 

Ew koçber dibêjin, ew li Tirkiyê nizîkî 50 rojan di zîndanê de bûne û piştre bi rêya peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê, hatine vegerandin.

 

Piştî ku Tirkiyê ew koçber bi rêya têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê vegerandin, Asayişa Îbrahîm Xelîl ew azad kirin.

 

Di nava wan kesan de 10 kes xelkê Iraqê bûn û yên din Kurd û xelkê Herêma Kurdistanê bûn.

 

Bi gotina wan kesan, her yek ji wan zêdetir ji 2 hezar dolar dane qaçaxçiyên li Tirkiyê, daku wan bigihînin Yûnanê û ji wir ve jî biçin welatên rojavayê ewropayê.

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.672 seconds