Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Hilbijartinên Îsraîlê; Hevrikiyeke tund di navbera Netanyahu û Gantz de

Ji aliyê RÛDAW 9-4-2019
Hilbijartinên parlemanî li Îsraîlê îro dest pê kir. Wêne: Reuters
Hilbijartinên parlemanî li Îsraîlê îro dest pê kir. Wêne: Reuters

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartina Knesset ango Parlamentoya Îsraîlê îro dest pê kir. Hevrikiyeke tund bo di navbera partiya desthilat Partiya Likud, a bi serokatiya Benjamin Netanyahu û Hevpeymaniya Şîn û Spî ku Serokerkanê berê yê wî welatî General Benny Gantz serokatiya wê dike, de heye.

 

Xelkê Îsraîlê îro ji saetên destpêkê yên sibehî ve çûne ser sindoqên dengdanê daku bi dengê xwe 120 nûnerên xwe di parlamentoya wî welatî de hilbijêrin. Herwiha bi dengê welatiyên Îsraîlê, partiya serkevtî jî dê were diyarkirin ku dê hikûmeta nû li wî welatî pêk bîne.

 

Serokê Partiya Likud Benjamin Netanyahu ku 14 sal e Serokwezîrê Îsraîlê ye, hewl dide bo xûleke din desthilatê di destê xwe de bihêle û careke din bibe serokwezîr, lê belê rikeberî di hilbiajrtinên îro de gellek nêzîk û tund e.

 

Li Îsraîlê 5.88 milyon kesan mafê dengdanê heye, û di vê gera hilbijartinên parlamentoyê de 14 partî hevrikiya hev dikin. Hevrikê herî bihêz jî  di navbera partiya desthilatdar Partiya Likud û Hevpeymaniya Şîn û Spî ya Îsraîlê ye.

 

Hevrikê Netanyahu yê bo posta Serokwezîriyê Benny Gantz general û serfermandarê berê yê Artêşa Îsrîalê ye û ji ber ku mijara leşkerî li Îsraîlê giring e, ev yek dibe sedem ku piştgiriyeke mezin a xelkê werbigire.

 

Rojek berî destpêkirina hilbijartinan, Serokwezîrê Îsraîl û Serokê Partiya Likud Benjamin Netanyahu bang li alîgirên partiya xwe û dengderên Îsrîalî kir û ragihand: “Niha em hinekî li paş in, Lapid û Gantz li pêş in, take rê ku piştrast bibin ji wêya pêş me nakevin, ew e ku divê wiha bikin Likud hikûmeta bê pêk bîne, daku Likud bibe hêzeke mezin.”

 

Netanyahu herwiha soz da xelkê Îsraîlê ku eger di hilbiajrtinan serkevtinê bi dest bixe, dê komelgehên nîştecihbûnê yên Cihûyan li Kerta Rojava (Xaka Felestînê) bixe ser axa Îsraîlê.

 

Herwiha Serokê Hevpeymaniya Şîn û Spî ya Îsraîlê Benny Gantz jî di nav mîtîngeke alîgirên partiya xwe de li Tel Avivê gotibû: “Em di hevrikiyeke dijwar de ne û hewl didin rêgiriyê li me bikin, lê di wê hevrikiyê de em li pêş in û divê em baweriya xelkê jî zêdetir bidest bixin.”

 

Benny Gantz herwiha dabû xuyakirin, Serokwezîr Netanyahu dixwaze yasayan biguhere daku lêpirsîn pê re neyê kirin.

 

Profesorê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Hebrew a Orşelîmê, Gideon Rahat derbarê hilbiajrtinên vê carê yên parlamentoya Îsraîlê de dibêje: “Pirsa serekî ya vê hilbijartinê bi awayekî bingehîn li derdora piştgiriya Netanyahu û dijayetîkirina Netanyahu kom bûye. Ev ji desthilata piranî beramber serweriya yasa, lîberal demokrat li beramber ne liberal demokratan pêk tê. Ji populizm û antîpopulîzm pêk tê.”

 

Di nav dengderan de hinek hene baweriya wan bi ti partiyekê nayê sozên partiyan wiha li wan kiriye ku zêde giringiyê bi hilbijartinê nedin.

 

Di serdema Benjamîn Netanyahu de, Amerîkayê Orşelîm wek paytext û bilindahiyên Golanê jî wek axa Îsraîlê nasand, ku Netanyahu wek destkevta xwe dibîne, lê pirsgirêka herî mezin a ku rûbirûyê wî bûye, ew e ku bi gendeliyê tê tohmetbarkirin. Lewra li gor şirovekaran, ev hilbijartin wek referandumekê ye bo siyasetên Netanyahu ku zêdeyî 14 salan e desthilatdariya vî welatî dike.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds