Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Sûriye: Biryara Amerîkayê ji bo Îranê 'şanazî' ye

Ji aliyê RÛDAW 9-4-2019
Amerîkayê duh Duşemiyê bi fermî Supaya Pasdaran weke hêzeke terorîstî nasand û xiste nav lîsteya terorê.
Amerîkayê duh Duşemiyê bi fermî Supaya Pasdaran weke hêzeke terorîstî nasand û xiste nav lîsteya terorê.

Hewlêr (Rûdaw) - Sûriyê biryara Amerîkayê ya ji bo naskirina Supaya Pasdaran a Îranê weke grûpeke terorîstî, şermezar kir û ragihand ku ew biryar xizmeta Israîlê dike. Sûriyê herwiha ragihand, ev biryara Amerîkayê “ji bo Îranê şanazî” ye.

 

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA, çavkaniyeke fermî ji Wezareta Derve ya Sûriyê ji vê ajansa re ragihandiye ku Sûriye bi tundî biryara Amerîka ya li dijî Supaya Pasdaran a Îranê şermezar dike û weke binpêkirina serweriya Komara Îslamî ya Îranê dibîne.

 

Wezareta Derve ya Sûriyê herwiha daye xuyakirin ku ew pêgava Amerîkayê ne berpirsyarane ye û xizmeta Israîlê dike.

 

Li gor heman daxuyaniyê, ew helwesta Amerîkayê ya li dijî Supaya Pasdaran şanaziyeke ji bo Îranê û mikurhatinek li hember rola giring a Supaya Pasdaran û biryara wê ya serbixwe ye.

 

Amerîkayê duh Duşemî bi fermî Supaya Pasdaran a Îranê û şaxeya wê ya derveyî sînor Supaya Quds xiste nav lîsteya terorê.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump di vê beyannameyê de got: “Îro, ez bi fermî plana hikûmeta xwe ji bo diyarkirina Supaya Padsarên Şoreşa Îslamiya Îranê (IRGC), herwiha Hêza Quds, weke rêxistineke terorîstî ya biyanî, li gor maddeya 219 a Yasaya Koç û Regeznameyê radigihînim.”

 

Trump biryara bi terorîst nasandina Supaya Pasdaran weke pêngaveke bêmînak bi nav kir û got: “Ev pêngava bêmînak vê rastiyê derdixe ku Îran tenê sponsor û piştevanê terorîzmê nîne, belku Supaya Pasdaran bi awayekê çalak beşdarî di peredan û hevkarîkirina terorîzmê de dike.”

 

Serokê Amerîkayê tekez kir: “Supaya Pasdaran a Îranê amrazeke esasî ya hikûmeta Îranê bo arastekirin û cîbicîkirina êrîşên terorîstî li cîhanî ye.

 

Têkildarî heman biryarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî diyar kir, “bi fermî nasandina Supaya Pasdaran û şaxeya wê Supaya Quds bersiveke rasterast e ji bo rejîmeke deryasayî û nabe ku ti kes surprîz bibe.”

 

Pompeo herwiha da xuyakirin, “ev pêngav ji bo rêgirtin ji Îranê û şiyana wê ji bo belavkirina alozî û mirinê li seranserê cîhanê ye.”

 

Komara Îslamiya Îranê jî weke bertek li hember vê biryara Amerîkayê, hêzên Amerîkayê yên li herêmê weke hêzên terorîstî ragihand.

 

Encûmena Bilind a Asayişa Niştimaniya Îranê di daxuyaniyekê de aşkere kir ku Tehran hêzên ser bi Fermandeyiya Navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê (CENTCOM) weke hêzên terorîst dibîne.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds