Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Di hilbijartinên Îsraîlê de şansê Netanyahu li pêş e

Ji aliyê RÛDAW 10-4-2019
Serokwezîrê Îsraîlê û Serokê Partiya Likud, Benjamin Netanyahu. Wêne: AP
Serokwezîrê Îsraîlê û Serokê Partiya Likud, Benjamin Netanyahu. Wêne: AP
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên destpêkê yên ne fermî yên hilbijartinên parlamentoya Israîlê, Partiya Likud a Benjamin Netanyahu 33 kursî bi dest xistiye, herwiha Hevpeymaniya Şîn û Spî ya bi serokatiya Benny Gantz jî 35 kursî bi dest xistiye, lê ji ber ku partiyên nêzîk ji Netanyahu û partiya Likud hejmareke zêde ya kursiyan bi dest xistine, şansê Netanyahu bo pêkanîna hikûmetê zêdetir e.

 

Medyayên Îsraîlê ragihandine, heta niha ji sedî 98ê dengan hatine hejmartin û herdu aliyên sereke yên hevrik di hilbijartinên Îsraîlê de, Partiya Likud û Hevpeymaniya Şîn û Spî piraniya dengan bi dest xistine. Hatiye ragihandin, Partiya Likud piştî hejmartina %98ê dengan 35 kursî û herwiha Hevpeymaniya Şîn û Spî jî bi bidesxistina 35 kursî misoger kirine.

 

Herwiha li gor encamên destpêkê yên nefermî, Partiya Shas bi bidesxistina %6.7ê dengan 8 kursî û Partiya Yekîtiya Torah Judaism bi %6.7ê dengan 6 kursî jî bi dest xistine.

 

Li gor van encamên nefermî, Partiya Kar a Îsaîlê 6 kursî, Yekîtiya Rast 5 kursî, Yisael Beiteninu 5 kursî, Kulanu 4, Meretz 4 û Raam Balad jî 4 kursiyên Knesetê bi dest xistine.

 

Piştî aşkerebûna encamên nefermî yên hilbiajrtinan, Sserokwezêrê Îsraîlê û Serokê Partiya Likud li Tel Avivê li nav mîtîngeke alîgirên partiya xwe derket û ragihand: "Di hilbijartinan de serkevtine û dengderan dubare baweriyê bi me kirin." 


Herwiha Serokê Hevpeymaniya Şîn û Spî Benny Gantz jî di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo Îsraîlê rojeke dîrokî ye û zêdetirî milyonek ji dengderan deng dane Hevpeymaniya Spî û Şîn.

 

Parlementoya Israîlê ji 120 kursiyan pêk tê û ji bo pêkanîna hikûmetê pêwîstî bi 61 kursiyan heye.

 

Li gor rapirsiyên ku hatine kirin, ti partiyek ji wan 14 partiyên ku beşdarî di hilbijartinan de kirine, bi tena serê xwe nikare hikûmetê pêk bîne, û pêwîstî bi hevpeymaniyê ligel partiyên din heye.

 

Li gor medyayên Îsraîlê, partiyên din ên serkevtî di hilbijartinan de bêhtir ji Netanyaho nêzîk in, û egera ku Gantz nikaribe hikûmeteke bihêz pêk bîne, zêde ye  lewma dibe ku vê carê jî Netanyahu bibe serokwezîr.

 

Di hilbijartinên vê carê de, 6.3 milyon kes mafê wan yê dengdanê hebûn, û rêjeya beşdariyê di dengdanê de, %61.3 bû.

 

Li gorî datayên destpêkê, beşdariya akinciyên Ereb ên Îsraîlî di hilbijartinên vê carê de gellek kêm bûye, bi awayekê ku tenê ji sedî 44 Erebên resen ên Îsraîlî dengê xwe dane.

 

Li gorî medyayên Îsraîlê, yek ji sedemên kêmahiya beşdariya Ereban di hilbijartinan de ji bo wê yekê vedigere ku partiya Binjamîn Netenyahu zêdetirî 1 hezar û 200 kamîreyên çavdiriyê yên nihênî li wêstgehên dengdana Ereban danîne.

 

Ji bilî vê yekê jî, piraniya Ereban ne li gel ti berbijêrên sereke yên hilbijartinan in.

 

Kêmiya beşdariya Erebên Îsraîlî bandor li ser rêjeya giştî ya beşdariya di wan hilbijartinan de kiriye, ku kêmtir ji sedî 62an bûye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds