Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

“Vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê dest pê kir”

Ji aliyê RÛDAW 11-1-2019
Wesayitên leşkerî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, wêne: Delil Souleiman / AFP
Wesayitên leşkerî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, wêne: Delil Souleiman / AFP

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Navdewletî dest bi vekişandina hêz û alavên xwe yên leşkerî ji nava axa Sûriyê kir, bêyî ku ti amaje bi cihê veguhastina wan an cedwela dema vekişandina wan hêzan bike.

 

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokayetiya Amerîkayê ragihand, ku proseya vekişandina hêzên wan ji Sûriyê destpê kir.

 

Kolonel Sean Ryan, di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan a France Press (AFP) re ragihand, ku “Hvepeymaniya Navdewletî dest bi vekişandina hêzên xwe ji axa Sûriyê kiriye.”

 

Herweha berpirsekî Wezareta Berevaniya Amerîkayê jî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ji AFP re axiviye û nûçe û agahiyên di derbarê vekişandina hêzên hevpeymaniya navdewletî ji Sûriyê piştrast kiriye.

 

Wî rayedarê Pentagonê ji AFP re gotiye, “ez dikarim piştrast bikim ku vekişandina alav û kelûpelên leşkerî ji Sûriyê dest pê kiriye” û tekez kiriye, lê “ji ber sedemên ewlehiyê, ez niha ti hûrgiliyên zêdetir nadim.”

 

Heta niha jî nayê zanîn, ku di vê demê de dê Amerîka hemû hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê û axa Sûriyê vekişîne, yan dê beşekî wan hêzan vekişîne.

 

Hejmara leşkerên Amerîka li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê derdora 2000 leşkerî ye û bi gotina berpirsên Amerîkî, erkê wan ligel tunekirina çekdarên DAIŞê bi dawî tê.

 

Serokê Amerîkayê, Donald Trump roja 19ê Kanûna 2018ê biryara vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê eşkere kiribû, ku rastî bertek û nerazîbûnên gelek tund him li navxweyê Amerîkayê û him jî ji aliyê hevpeymanên Amerîkayê ve hatibû.

 

Her bi sedema nerazîbûna ji wê biryara Trump, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis û Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de, Brett McGurk dest ji karê xwe berdabûn.

 

Piştî berfirehbûna asta nerazîbûna li hember vê biryarê, Trump û berpirsên din ên rêveberiya Amerîkayê ragihandin, ku vekişandina hêzên wî welatî ji Sûriyê bi awayekê bilez nabe û dê ew prose hêdî hêdî birêve biçe, li gel wê yekê, berpirsên Amerîkayê tekezî li ser berdewamiya şerê li dijî DAIŞê û piştgiriya li hêzên Kurdî li Sûriyê jî kirin.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.609 seconds