Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Ji Îmaratê bo serxwebûna Kurdistanê piştgirî

Ji aliyê Sîna Soma 11-4-2017
Cîgirê Fermandeyê Polîsê Dubayê Zahî Xelfan Temîm
Cîgirê Fermandeyê Polîsê Dubayê Zahî Xelfan Temîm

Navenda Nûçeyan – Cîgirê Fermandeyê Polîsê Emîrnişîna Dubayê li Mirnişînên Yekgirtiyên Erebî (Îmarat) Zahî Xelfan Temîm piştgiriya xwe bo serxwebûna Herêma Kurdistanê aşkere kir û diyar kir, damezrandina dewleta serbixwe ya Kurd pêwîstiyeke dîrokî ye.

 

Cîgirê Fermandeyê Polîsê Dubayê, Zahî Xelfan Temîm îro li ser hesaba xwe ya Twitterê çend nivîs ji bo piştgirîkirina damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê belav kir.

 

Xelfan Temîm ragihandiye: “Avakirina dewleta serbixwe ya Kurdî pêwîstiyeke tarîxî ye ku rewşa mirovî ya Kurdan wê yekê dixwaze”.

 

Xelfan Temîm amaje bi zulm û zordariya derheqên gelê Kurd de kiriye û gotiye: “Gelê Kurdistanê ji reftara xirab a deweltên cîran, Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê hêjatir û qedirbilindtir e”.

 

Temîm di twîteke din de dibêje: “Serxwebûna Kurdistanê hêz û quweteke din dibexşe deverê. Ew gel hêjayê serxwebûnê ji wan dewletan e ku bi demekê dirêj zulm lê kirine”.

 

Cîgirê Fermandeyê Polîsê Dubayê di berdewamiya nivîsên xwe yên li ser twitterê de weke amajedan bi rola Fermandeyê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Silêmanî li Iraqê û destwerdanên wî ragihandiye, pêwîst e Silêmanî ji Kurdistanê were dûrxistin.

 

Zahî Xelfan Temîm dibêje: “Serxwebûna Kurdistanê ji vîna (îradeya) gelê Kurdistanê ye û Silêmanî nikare li hermberî wê bisekine, dema ku gel ji serxwebûnê re bêje, Erê”.

 

Xelfan Temîm tekez dike, yên ku li pêşiya damezrandina dewleta Kurrdistanê asteng û pirsgirêkan derdixin, gunehkar in (mucrim in).

 

Temîm bang li gelê Kurdistanê jî dike û wan weke nivşên Selahedîn Eyûbî bi nav dike û dibêje: “Ey nivşên Selahedîn Eyûbî, niha dema we ye ji bo ragihandina dewleta serbixwe…Ji ummeta Mihemed, ez yekem kes dibim, ku we nas bikim”.

4689 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 3 demjimêr berê | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 5 demjimêr berê | (1)
wan | 2017-10-18 9:30:27 AM
Deste barzani sax be
Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin
| 3 demjimêr berê | (1)
rasti | 2017-10-18 7:59:12 AM
jashe iranen na hezi iraqi. chiawazye beyni hez u jash.
McGurk: Em hewl didin pêşiya şerê pêşmerge û hêzên iraqî bigrin
| 6 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.64 seconds