Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Hesen Nesrullah: Bi hêvî me ku tevî hemû guvaşan Tehran alîkariya Hizbullahê bike

Ji aliyê RÛDAW 12-2-2019
Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf û Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah, wêne: Reuters
Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf û Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah, wêne: Reuters

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterl Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah di hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf de ragihandiye, tevî guvaşên ku li ser Îranê hene, ew hêvî dike ku Îran berdewam be li ser alîkariya Hizbullahê.

 

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li Lubnanê li gel Sekreterl Giştî yê Hizbullahê, Hesen Nesrullah civiya.

 

Di wê civînê de, Sekreterê Giştî yê Hizbulla, Hesern Nesrullah daxwaz kir, tevî wan guvaşên aborî ku li ser Îranê hene, alîkariyên Tehranê bo Hizbullahê berdewam bin.

 

Mihemed Cewad Zerfî jî di vê hevdîtinê de ragihandiye, Îran pabendî prensîpên xwe yên sereke ye û tekezî li ser wê yekê kiriye, Îran dê li kêleka Lubnanê û Hizbullahê bimîne.

 

Di wê civînê de, Hesen Nesrullah herwiha supasiya Îranê kiriye, ji bo wan alîkariyên ku pêşkêşî Lubnan, Felestîn û tevgerên din ên li dijî Îsraîlê dike.

 

Medyayên ser bi Hizbullaha Lubnanê ve û yên Îranê, tevî giringîdan bi nûçeya hevdîtina Hensen Nesrullah û Mihemed Cewad Zerîf, lê belê cihê civîna wan eşkere nekirine.

 

Wezîêr Derve yê Îranê pêr yekşemiyê serdana Lubnanê kir û li gel rayedarên payebilind ên wî welatî civiya.

 

Serdana Zerîf bo Lubnanê tenê çend rojan piştî wê yekê hat, ku hikûmeta nû ya Lubnanê bi serokwezîriya Seid Herîrî hat pêkanîn.

 

Mihemed Cewad Zerîf derbarê serdana xwe ya bo Lubnanê de pêştir ragihandibû, çûna wî bo Lubnanê ji bo du armancan e û tekez kiribû: “Ev serdana min ji bo du mebestan e; ya yekemîn ji bo piştevanîkirina li birayên Lubnanî, ya duyem jî ji bo ragihandina vê yekê ye, ku komara îslamî ya Îranê amade ye, di hemû waran de hevahengiyê li gel hikûmeta Lubnanê bike”.

1275 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.515 seconds