Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Amîrî bo Çavuşoglu: Bila leşkerên Tirk ji axa Iraqê vekişin

Ji aliyê RÛDAW 12-10-2018
Hevdîtina Mevlut Çavuşoglu û Hadî Amîrî
Hevdîtina Mevlut Çavuşoglu û Hadî Amîrî

Navenda Nûçeyan  - Serokê Hevpeymaniya Fetihê Hadî Amîrî ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu daxwaz kir, ku bila hêzên leşkerî yên wan ji nav axa Iraqê vekişin.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu duhî (11-10-2018) di çarçoveyeke serdaneke fermî de çûbû bajarê Bexdaya paytexta Iraqê.

 

Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya serdana xwe de li gel Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Adil Ebdulmehdî, ku bi avakirina hikûmeta Iraqê hatibû peywirdarkirin, Serokê Bizava Hikme ya Niştimanî Emmar Hekîm û Serokê Hevpeymaniya Fetihê Hadî Amîrî civiyabû.

 

Di derbarê civîna Çavuşoglu û Amîrî de ji aliyê Hevpeymaniya Fetihê daxuyaniyek hat belavkirin û têde hat gotin:

 

“Îro (11-10-2018) li Bexdayê Serokê Hevpeymaniya Fetihê Hadî Amîrî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyeê Mevlut Çavuşoglu kir. Di hevdîtinê de hinek mijarên di navbera Enqere û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.”

 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Hadî Amîrî di hevdîtina xwe ya li gel Çavuşoglu de daxwaz kiriye ku bila Tirkiye li ser soza xwe be û alîkariya avê bo Iraqê zêde bike.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Amîrî herwiha daxwaz kir, ku bo peywendiyên di navbera herdu welatan de zirarê nebînin, divê leşkerên Tirk ji nav axa Iraqê vekişin.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)
alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.172 seconds