Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Balyozê Siûdiyê :Rêjîma Sûriyê xetên sor derbas kirine

Ji aliyê RÛDAW 12-10-2018
Balyozê Erebistana Siûdiyê li Urdunê Xalid bin Feysel bin Turkî Al Siûd
Balyozê Erebistana Siûdiyê li Urdunê Xalid bin Feysel bin Turkî Al Siûd

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Erebistana Siûdiyê li Urdunê Xalid bin Feysel bin Turkî Al Siûd ragihand, ku radestkirina mûşekên S-300 bo Şamê ji aliyê Rûsyayê ve nabe alîkar ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.

 

Dîplomatê Siûdiyê da zanîn, ku derbarê wê mijarê de agahiyên wî bi temamî nînin û got, pirsgirêk ne di hebûna sîstema mûşekên S-300 de ye, lê belê pirsgirêk di hebûna rêjîma Sûriyê de bi xwe de ye.

 

Xalid bin Feysel bin Turkî Al Siûd da xuyakirin, ku hebûna çekên Rûsî di destê hikûmeta Sûriyê de dê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê nebe alîkar.

 

Balyozê Erebistana Siûdiyê yê li Urdunê herwiha destnîşan kir, yên ku niha li Sûriyê li ser desthilatê ne, xetên sor di parastina mafên mirovan de derbas kirine û ew jî weke gelek welatê din wiha dibînin, ku divê di paşeroja Sûriyê de ti roleke rejîma niha nebe.

 

Piştî ku di rojên dawiya meha bihorî de, balafireke Rûsyayê ji aliyê sîstema berevaniya esmaniya Sûriyê ve hat xistin û 35 leşkerên Rûs di bûyerê de hatin kuştin, Rûsyayê bi fermî Îsraîl weke tohmetbarê bûyerê ragihand û da xuyakirin, ku firokeyên şer ên Îsaîlê bûne sedem ku balafira wan a leşkerî bibe armanca sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê.

 

Piştî wê bûyerê, Moskowê ragihand, ku sîstema mûşekî ya S-300 ku li ser daxwaza Îsraîlê radestkirina wê bi Sûriyê hatibû rawestandin, dê bo artêşa Sûriyê bihê şandin.

 

Çend roj berî niha jî Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şougu diyar kir, ku yekemîn barê sîstema mûşekî ya S-300 gihîştiye nav axa Sûriyê û ew sîstem li wî welatî ketiye kar.

 

Radestkirina mûşekên S-300 ji aliyê Rûsya ve bo Sûriyê balansa hêz li Sûriyê û herêmê di berjewendiya hikûmeta Beşar Esed de diguherîne û pêgeha hikûmeta wî bihêztir dike.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mêrdînî | 2018-10-16 4:21:24 PM
Her bijî bavê Kurdan..
Barzanî: Roja 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de
| 16-10-2018 | (1)
Renas | 2018-10-13 7:47:53 AM
Hemû fitne û gellaci, da tirk ereb û faris serê gelê Kurd bikin. Lavrov weke bekoye.
Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê
| 12-10-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-10-12 3:05:04 PM
Gelo Ezidye Ereb an Tirk jene? Evil Ezditje bu an kurdi hebu? Alman decen evil hek an miricik hebu?
| 11-10-2018 | (1)
Ali As | 2018-10-11 10:25:21 AM
Ma xêre xelkê Zaxo û Dûhokê dibin penaber?? Ma hûn ne li Kurdistana azad in?? Misilmanin??
Her 35 koçberên ku li Îzmîrê qeyika wan noqmî avê bû, Kurd in
| 11-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.156 seconds