Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Hevpeymaniya Fetihê daxwaza hilweşandina Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê dike

Ji aliyê RÛDAW 12-10-2018
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv
Navenda Nûçeyan – Hevpeymaniya Fetihê daxwaz kir Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, ku di sala 2006a de bi pêşengiya Amerîkayê hat sazkirin û rasterast ser bi serokwezîriya Iraqê ve ye, were hilweşandin.

 

Daxwazname ji aliyê Parlamenterê Hevpeymaniya Fetihê Falih Hesen El Xezelî ve bi îmzeya 40 parlamenteran bi awayekî fermî bo Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hat pêşkeşkirin.

 

Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin, ku Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bêyî wergirtina destûrê ji parlamentoyê ji aliyê serokwezîrê wê demê Nûrî Malikî ve hatiye sazkirin û ji ber ku ev yek ne destûrî ye, divê were hilweşandin.

 

Hevpaymaniya Fetihê piştî hilweşandina vê feramdariyê dixwaze dosyeya ewlehiyê di destê Wezareta Navxweyî de be.

 

Serokê Hevpaymaniya Fetihê Hadî Amîrî ye, ku ew wek yek ji kesên herî nêzikî Îranê tê nasîn.

 

Di sala 2005a de piştî şerê navxweyî li Iraqê rûda, li ser daxwaza Amerîkayê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê hatibû damezirandin. Perwerdehî û rahênaniya fermandariyê ji aliyê wezaretên naxweyî û bergeriyê yên Iraqê ve dihat dayîn lê fermandariyê ferman rasterast ji serokwezîr werdigirt.

 

Beşên wê fermandariyê pêşiyê li bajarên herî metirsîdar ên wek Bexda, Enbar û Mûsilê, paşê jî li nêzikî hemû bajarên di bin kotrola hikûmetê de hatn avakirin.

 

Damezirandina fermandariya navborî di navbera hikûmeta wê demê ya Malikî û Herêma Kurdistanê de bûbû gengeşiyê, bi taybet jî di warê deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê de.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kasî | 2018-09-27 5:05:23 PM
Xwedê te ji mere bihêlê û temenekî dirêj bidê te,û tu her 48 milyon kurd di yek dewleta kurdîde birêve bibê .dilê te her xweşbê,çavên te tişe...
Serok Barzanî: Serweta min piştevaniya 48 milyon Kurd e
| 27-9-2018 | (1)
alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan 4-10-2018 |

Pêşkêşkarê Rûdawê Omer Kalo hate berdan

Omer Kalo roja 25ê Tebaxa îsal li Helebê ji aliyê Zêdetir
ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat 30-9-2018 |

ZINDÎ: Li seranserê Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

Roja 30ê Îlonê gera pêncem a hilbijartinên Zêdetir
0.203 seconds