Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

WÊNE – Piraniya heciyên Kudistanê gihîştin Siûdiyê

Ji aliyê RÛDAW 13-8-2017
2672 hatiye dîtin

Silêmanî (Rûdaw) – Geşta heciyên Herêma Kurdistanê bo Erebistana Siûdiyê berdewam e û heta niha zêdetir ji nîvê heciyên ku îsal navê xwe bo heckirinê tomar kiribûn, gihîştine Siûdiyê.

 

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, Nebez Îsmayil Kemal ji Siûdiyê ve ji Rûdawê re ragihand, heta 16ê vê mehê dê hemû heciyên Herêma Kurdistanê bigihîjin Siûdiyê.

 

Nebez Îsmayil got: “Ew prose ji 2ê Tebaxê ve dest pê kiriye û ji 4 hezar 867 heciyan, heta niha 3 hezar û 269 hecî gihîştine Meke û Medîneyê.”

 

Li Herêma Kurdistanê îsal 86 hezar û 418 kes navê xwe ji bo hecê tomar kiribûn, lê belê tenê navê 4 hezar û 867 kesan di tîrûpişkê de derket.

0.281 seconds