Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Sekreterê Komkara Erebî: Birayên kurd, derfeteke din bidin Bexdayê

Ji aliyê RÛDAW 13-9-2017
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt

Navenda Nûçeyan – Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt, ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de banga diyalogê li Bexda û Hewlêrê kir.

 

Roja Sêşemê 12-09-2017 Komkara Erebî dest bi xula 148emîn a karûbarên xwe kir. Di destpêka civînê de Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt gotarek pêşkeş kir û got: “Yekparçebûna Iraqê, bi tevê hemû pêkhateyên xwe yên ereb û kurd ve, di berjewendiya Iraqê û ummeta erebî de ye.”

 

Ehmed Ebû Xeyt di berdewama gotara xwe de got: “Ez bang li birayên xwe yên kurd dikim, bi armanca parastina yekparçeyî û Destûra Iraqê, derfeteke din ê diyalogê bidin Bexdayê. Kurd bixwe jî beşdarî nivîsandina wê destûrê û avakirina wê sîstemê bûne.”

 

Ebû Xeyt diyar kir: “Ereb destê xwe bo kurdan dirêj dikin da ku weke pêkhateyeke resen li gel dewleta Iraqê bimînin.”

 

Roja 9ê Îlona 2017, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt li gel şandekê serdana Hewlêrê kiribû û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û endamên Desteya Bilind a Referandûmê re civiyabû.

 

Ehmed Ebû Xeyt di wê hevdîtinê de daxwaza paşxistina giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê kiribû, herwiha xwestibû di bin çavdêriya civaka navdewletî de pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de werin çareserkirin.

 

Li beramberê vê yekê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî gotibû, giştpirsî biryara gelê Kurdistanê ye û nayê paşxistin.

 

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.64 seconds