Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Amnesty: Li Efrînê welatiyên sivîl tên girtin û îşkencekirin

Ji aliyê RÛDAW 13-10-2018
Amnesty diyar kir ku binpêkirinên li Efrînê berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) di raporekî xwe de ragihand ku li herêma Efrînê ya Rojvayê Kurdistanê çekdar welatiyên sivîl digirin û mal û milkên wan talan dikin û ji hikûmeta Tirkiyê xwest rê li ber wan binpêkirinan bigire.

 

Li gor dîmenên herî dawiyê ku ji nav Efrînê hatine bidestxistin, hejmareke mezin ji çekdaran li nav cade û kolanên Efrînê hatine bicihkirin, li ser tevahiya saziyan jî, her dû alên Tirkiyê û opozisyona Sûriyê hatine bilindkirin.

 

Li ser navê Amnestyê li Beyrtûê Diyana Seman grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi binpêkirinan wek binçavkirin, revandin , girtina bizorê, talankirina milk û malan,  têkdana peykerê Kawayê hesinkar û sembolên Kurdên Êzidî tometbar kir. Herwih

 

Wek tê zanîn xelkê Efrînê gelek caran hawara xwe birin e Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mirovî û civaka navdewletî daku wan ji binpêkirinên grûpên çekdar rizgar bikin.

 

Ji Amnestyê Diyana Seman derbarê bibpêkirinên li Efrînê de wiha got: “Opozisyona çekdar li devera Efrînê xelkê bizorê digirin, xelkê direvînin, xelkê binçav dikin, mal û milkên xelkê talan dikin.”

 

Li gor Amnesty grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, binpêkirinên zêde dijî yasayên navdewletî pêk anîne û ji Tirkiyê dixwaze wan binpêkirin bide rawestandin.

 

Seman herwiha anî ziman: “Em daxwazê ji Tirkiyê dikin, ku guvaşê bixe ser grûpên çekdar ên piştgîriya wan dike, daku binpêkirinên dijî yasaya navdewletî rawestînin.”

 

20 Çileya 2018an artêşa Tirkiyê bi alîkariya grûpên opozisyona Sûriyê êrîşî Efrîna Rojavayê Kurdistanê kirin, 18ê Adara 2018an Efrîn kontrol kirin, di encam de li gor Neteweyên Yekbûyî 160 hezar xelkê sivîl ji Efrînê koçber bûn, herwiha bi hezaran çekdar û koçberên Xûteya rojhilat , Deraa û Himsê li Efrînê hatin bicihkirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Amed MOL | 2018-11-05 9:43:49 PM
Em jî ji Xuda yê mihrîban u dilovan chareserî u îlacên xêrê ji her du birayên xwere dixwazin. Amed MOL
PAKê şîfaya xêrê ji tîma Rûdawê re xwest
| 5-11-2018 | (1)
aragorn | 2018-11-05 8:36:41 AM
li ser xêrê be !
Qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê bo ser Îranê dest pê kir
| 5-11-2018 | (1)
Renas | 2018-10-29 7:25:46 PM
Ji bo Kurd, Kurdi û Kurdistan.
Neh partiyên Kurdî: Ji bo zimanê xwe em bi hev re ne
| 29-10-2018 | (1)
masro | 2018-10-29 4:17:05 PM
yek banot jî kes bi NEFTÈ nadet.... ji ber ku li ser derya de bila here û were dê d^san jî bûha jêrdestî ji seddan a 90 bibet....Iran buyek mirovek...
Îranê petrola xwe ya xav xiste borseya Tehranê
| 29-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.172 seconds