Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Tillerson bi opozisyona Sûriyê re civiya

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2018
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li Emman a paytexta Urdinê bi şandeke opozisyona Sûriyê re hevdîtin pêk anî.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li Emman a paytexta Urdinê bi şandeke opozisyona Sûriyê re hevdîtin pêk anî.

Hewlêr (Rûdaw) - Li Urdinê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê li gel şandeke opozisyona Sûriyê civiya, Rex Tillerson di vê civînê de daye xuyakirin, divê ku Rûsya guvaşan bixe ser hikûmeta Sûriyê daku proseya danûstandinan a ji bo çareseriya krîza wî welatî berdewam be.

 

Li gorî agahiyan, Rex Tillerson îro Çarşemî 14ê Sibatê civînek ligel Desteya Bilind a Danûsitandinan a opozisyona Sûriyê li Emman a paytexta Urdinê lidar xist.

 

Serokê Desteya Bilind a Danûsitandinan a opozisyona Sûriyê, Seid Herîrî ragihand, wan di vê civînê de çend mijarên giring ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson gotûbêj kirin.

 

Seid Herîrî got, wan bi Tillerson re derbarê cezakirina tawanbarên şer, rewşa mirovî, cezakirina rêjîma Esed li ser bikaranîna çekên kîmyayî, proseya siyasî li ser bingeha gotûbêjên Cinêvê û pabendbûna bi rêkevtina deverên hêmên li 4 navçeyên Sûriyê de, gotûbêj kir.

 

Li gorî Wezareta Derve ya Amerîakyê jî, Rex Tillerson di civîna li gel şanda opzoisyona Sûriyê de tekezî li ser wê yekê kiriye, ku divê Rûsya guvaşan bixe ser hikûmeta Sûriyê, daku gerên danûstandinan ên ji bo çareseriya krîza wî welatî berdewam bin.

 

Li gorî Wezareta Derve ya Amerîkayê, Tillerson di vê civînê de pêşwazî li helwesta şanda opozisyona Sûriyê li ser beşdarnebûna wan di kongreya Soçî de kiriye.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| 16 demjimêr berê | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| Duh vî demî 03:06 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.39 seconds