Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

"Dibe ku DAIŞ piştî şeş mehan serî hilde"

Ji aliyê RÛDAW 16-2-2019
Raporteke Artêşa Amerîkayê hişyarî dide:
Raporteke Artêşa Amerîkayê hişyarî dide: "Dibe ku DAIŞ piştî şeş mehan serî hilde"

Hewlêr (Rûdaw) – Roja 10 Sibatê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) operasyona xwe ya li dijî devera herî dawî ya di destê DAIŞê de li rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Berpirsekî HSDê çaverê dike ku heta dawiya meha Sibatê operasyon berdewam bibe.

 

Hikûmeta Amerîkayê dixwaze di meha Nîsanê de hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, rayedar û dîplomat jî dibêjin ku ji bo tijekirina valahiya ku dê piştî vekişînê çêbibe, ti rêkarek nehatiye pêkanîn.

 

Şer li derdora gundê Baxoz ê Dêra Zorê dijwar bûye. Berpirsê Ragihandinê yê HSDê Mistefa Balî ji ajansa Reutersê re ragihandiye: “Bû 10 roj em li ber xwe didin daku welatiyên sivîl ji herêmê derkevin.” Balî şerê Baxozê weke "şerê herî dawî" bi nav kiriye.

 

DAIŞ cardin serî hildide

 

Hêzên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyê (OIR) raportek belav kiriye ku têde behsa şiyana DAIŞê li Iraq û Sûriyê, şiyana hêzên Iraqê û Sûriyê ji bo têkoşîna li hember wê rêxistinê, bandora biryara vekişîna Amerîkayê li ser rewşa ewlehiya navçeyê tê kirin.

 

Dawiya sala derbasbûyî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji nişka ve biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê ragihand û sedema vekişînê jî weke "têkçûna DAIŞê" destnîşan kir. Lê belê Fermandariya Navendî û Hêzên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyê diyar dikin ku rabûna DAIŞê li Iraqê ji Sûriyê bileztir e. "Eger zexteke berdewam li Sûriyê tinebe, dibe ku DAIŞ ji 6 heta 12 mehan dest bi êrişan bike û hinek deverên sînordar jî li dola çemê Feratê kontrol bike".

 

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî di raportekê de eşkere kiriye ku hêzên Amerîkayê meha Nîsanê weke dema herî dawî ya vekişîna xwe ya ji Sûriyê diyar kiriye. Heta niha jî ne diyar e ku piştî vekişîna wan hêzan, piştgiriya esmanî ya Amerîka û Hevpeymaniyê ya ji HSDê re dê çawa bibe.

 

Li gor raporta OIR, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xwe bi piştgiriya esmanî ya hevpeymanan ve girê daye ji bo parastina deverên bin desthilata xwe û operasyonên li dijî DAIŞê. Lewma eger  Hevpeymaniya Navdewletî êrişên esmanî ji bo wan encam nedin, "HSD nikare operasyonên mezin ên êrişkirina ser DAIŞê bike", amaje bi wê yekê jî dike ku "dibe ku hêzên Ereb ên di nav HSDê de nekaribin bêyî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî DAIŞê têkoşîn bikin".

 

Dema ragihandina biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê, Koşka Spî ragihand ku Tirkiye qayîl bûye ku jinavbirina paşmayiyên çekdarên DAIŞê li bakur û rojhilatê Sûriyê bigre ser stûyê xwe. Ofîsa Pişkinînê li ser vê mijarê çend pirsyar arasteyî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê kiriye.

 

Di du mehên derbasbûyî de gumana wê yekê hebû ku Tirkiye nekare bêyî piştgiriya Amerîkayê hêz bişîne rojhilatê Sûriyê, pirsyarên Ofîsa Pişkinînê vê gumanê piştrast dikin. Çend pirsyarên ofîsê wiha ne: "Tirkiye li Sûriyê li dijî DAIŞê çiqas şer kiriye? Hewldanên wê çiqas giring bûn? Gelo hewldanên wê ji bo têkbirina DAIŞê bi bandor bû? Eger Amerîka vekişe, Tirkiye çiqas şiyan û daxwaza wê heye ku DAIŞê rastî têkbirineke demdirêj bike û ji çi alî ve kêmasî hene?"

 

Du berpirsên emnî yên Amerîkî ji Reutersê re ragihandine: “Pisporên emnî yên payebilind ên Amerîkayê, baweriyeke wan a bihêz heye ku Ebûbekir Bexdadî di jiyanê de ye û dibe ku li Iraqê xwe veşartibe.”

 

DAIŞ li gundan bihêztir dibe

 

Raporta artêşa Amerîkayê bal kişandiye ser wê yekê ku rewşa ewlehiyê li bajarên Iraqê baştir bûye, lê rewş li gundan ber bi xirabiyê ve diçin. Ji ber vê yekê jî çalakiyên DAIŞê li wan deveran berdewam in bi awayekî ku li gor raportê, çalakiyên DAIŞê li parêzgehên Kerkûk, Diyale, Selahedîn, Duhok, Hewlêr, Enbar û Bexda zêde bûne.

 

Piştî bûyerên Cotmeha 2017an, hevkarî û hevahengiya navbera hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge rawestiya, ev jî valahiyek li wan deveran çêkiriye ku dikevin ser sînorê Herêma Kurdistanê û deverên nakokî li ser.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : DAIŞ, Êriş, HSD
1543 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.187 seconds