General Qasim Sulêymanî çû Kerbelayê

16-06-2017
RÛDAW
Nîşan Îran Supaya Pasdaran Qasim Sulêymanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê, Qasim Sulêymanî şeva Qedrê li bajarê Kerbelayê bûye.

 

Li gorî medyayên îranî û iraqî, Qasim Sulêymanî êvariya roja pêncşembiyê û di şeva Qedrê de li bajarê Kerbela yê Iraqê bûye û dema xwe li wir derbas kiriye.

 

Medyayên îranî belav kirine, ku general Sulêymanî tevî yek ji fermandeyê Heşda Şeibî ya Iraqê yê bi anvê Ebû Mehdî Muhendîs çûne serdana mezargeha Hz Husêyn û piştre şeva Qedrê jî her li wê derê bûne.

 

Berî çend rojan û dema ku hêzên Heşda Şeibî li başûrê sînorê navçeya Şingalê ber bi sînorê Iraq-Sûriyê ve pêşve diçû û xwe gihandibûn ser sînorê hevbeşê navbera her du welatan, çend wêneyên Qasim Sulêymanî belav bibûn, ku ew di nava hêzên Heşda Şeibî de nîşan didan û dihat gotin, ku Sulêymanî li ser sînorê Iraq û Sûriyê bûye.

 

Piştî derketina Artêşa Amerîkayê ji Iraqê di sala 2011ê de, bandor û nifûza Îranê li Iraqê gelek zêde bûye. 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst