Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Kurdekî serperiştiya şerên DAIŞê dikir

Ji aliyê RÛDAW 17-2-2019
Zarokekî Kurd ê Êzdî rojên herî dawî yên DAIŞê ji Rûdawê re vegot
Zarokekî Kurd ê Êzdî rojên herî dawî yên DAIŞê ji Rûdawê re vegot

Silêmanî (Rûdaw) – Bi bejn û bala wî ya biçûk, mirov nikare bawer bike ku perwerdeya leşkerî ya herî giran a DAIŞê dîtiye û beşdarî şer bûye. Lê ew, heta wê roja ku bi dayîk û du xwişkên xwe yên biçûk re derfeta revê derketiye pêşiya wî, gelek tevlî tundî û xwînê hatiye kirin, "yekem kesê ku wan ez neçar kirim ku bikujim, dîlek bû. Ji ber ku min nekarî serê wî jêkim, ji min re gotin gulle berde heta bimire".

 

Ew bi navê Se'd xwe dide nasîn. Di 3ê Tebaxa 2017an de li gel dayîk û du xwişkên xwe dikeve destê DAIŞê ku wê demê temenê wî 9 salî bûye. Dema ku bo Sûriyê têne veguhestin, dayîka wî didin çekdarekî Misrî.

 

Derfet nedane ku Se'd bi diya xwe re bijî, "dema ez ji dayîka xwe hatim cudakirin, ez 10 salî bûm, wan ez şandim serbazgeheke li nêzîkî Dêra Zorê, destpêkê ji bo her rojekê 3 xurme didan min, piştî mehekê xula şerîetê bi dawî bû, piştre rahênana leşkerî bi min didan kirin".

 

Çekdarekî DAIŞê yê ji Tûnisê yê bi navê Bettar, berpirsê rahênanê bû. Diviyabû Se'd û 79 kesên din bilez ji bo eniyên şer amade bike.

 

Di nav wan kesan de tenê Se'd Êzdî bû û herî biçûkê wan bû. Her roj serê sibehê ji demjimêr şeş heta êvarê rahênan dikirin. Ji ber vê yekê jî çend caran nexweş ketiye, lê her car piştî başbûnê ew şandine serbazgehê.

Diviyabû Se'd di navbera jiyana xwe û hilgirtina çek ji bo DAIŞê de, yek ji wan hilbijêre. Di temenê xwe yê 11 salî de, cara ewil xwe di eniyekî şer de li dijî hêzên Beşar Esed dibîne.

 

"Min her roj li ser cadeyan wan dîlên ku serê wan jêdikirin, didît. Di van demên dawî de serên gelek kesan hatin jêkirin, wisa bibû ku tenê wêneyên serjêkirina piledaran dikşandin, taqeta wan a kişandina wêneyên hemû leşkeran nemabû."

 

Ji Se'd re gelek dem pêwîst e ku rabe ser piyan û tevlî jiyana asayî bibe. Zarokek, rûxana wî ya navxweyî bi hêsanî li ser rûyê wî tê dîtin. Dema jê dixwazin ku kêrek bigre destê xwe, kulma kujer a DAIŞê li ruhê Se'd dikeve, "Lê ez nikaribûm, piştre ji min re gotin bi keviran bikuje, min jî kevir barand ser wî heta mir".

 

DAIŞê di van du salên dawî de yek bi yek gund û bajarok ji dest dan, gihişte wê yekê ku ti gundek di destê wê de nema.

 

Se'd behsa nefesên dawî yên DAIŞê ji Rûdawê re kir: “Piraniya kuştin û serjêkirin û jêkirina dest û lingan, anîbûn nav me, daku ti çekdarek nefikire ku bireve yan cihê DAIŞê eşkere bike yan li ser DAIŞê zanyarî bide, heta ew jin jî beşdarî şer dibûn ku ji welatên din ji bo cîhada nîkahê hatibûn, roj li pey roj çekdar ji wan re pêwîst dikir, lewma guh nedidan temen û wan em neçar dikirin ku şer bikin.”

 

Em ji Se'd dipirsin ku hejmara wan çekdarên ku DAIŞê li ber çavên te serên wan jêkirin yan jî te dîtiye ku têne serjêkirin, çend bû? Se'd dibêje: “Hejmar gelek bû, ewqas zêde bû ku nayê jimartin, ew wisa bûbûn ku çekdarên xwe jî ser jê dikirin.” Weke ew behs dike, xala hevbeş a hemû wan kesên serjêkirî ew bû ku ji ber matmayînê şiyana wan a axaftinê û heta lavakirinê jî tinebû. "Tenê kesek ne wisa bû ku gelek lava kir û got zarokên min biçûk in û li benda min in ku ez biçim cem wan, ji bo xatirê Xwedê min nekujin. Lê kesê ku serê wî dê jêkira got, em jî ji bo xatirê Xwedê serê te jêdikin".

 

Cara duyem ku Se'd beşdarî şer dibe, wî neçar dikin ku dîlekî bikuje, "ji min re gotin bi tifinga di destê xwe de gulleyek berde, heman roj kesekî din jî anîn û gotin divê tu destê wî bibirrî, li ser cadeyê neçar bûm ku destê wî bibirim".

 

Di wan çar salên nav çekdarên DAIŞê de, mejiyê biçûk ê Se'd, bûye depoya bi dehan dîmenên xwînavî û tirsnak. Demeke dirêj pêwîst nake ku mirov fêm bike Se'd mirovekî asayî nîne û pêwîstiya wî bi kesên pispor heye daku tevlî jiyanê bibe,  "çend meh berî ku rizgar bibim, di nav çekdarên DAIŞê de çend kes bi tohmeta dizîkirina agahî û çalakiyên nav DAIŞê hatin desteserkirin, hemû anîn û li ber çavên me serjêkirin, piştre yek ji wan serjêkeran got, dê hemû sîxûrên din bibînin û li vir serê wan bibirin".

 

Sala zêrîn a Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), destpêka 2015an bû. Dema beşeke mezin a axa Sûriyê û piraniya deverên Erebên Sunî yên Iraqê kontrol kir û Ebûbekir Bexdadî xelafeta xwe ragihand. Lê Se'd dîmenên wan rojan vedibêje ku xelafeta DAIŞê li çend gund û bajarokên biçûk ên Sûriyê asê mabû. Bi jidestdana axa zêdetir, cezayên navxweyî tundtir dikirin û heta xwe dispartin wan tiştan ku ol weke xeta sor diyar kiriye.

 

Ev zarokê Kurd ê Êzdî niha 14 salî ye û sê hefte berê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûye û vegeriyaye nav malbata xwe. Se'd behsa çekdarekî DAIŞê dike ku "navê wî Ebû Îslam Kurdî, 30 salî û xelkê Silêmaniyê bû, ji kuştin û birrînê pir hez dikir. Birayekî wî yê bi navê Ebû Muslîm li cem wî bû, serperiştiya piraniya şerên van demên dawî dikir û ew û birayê wî dizanibûn ku ez Kurd im".

 

Tiştê Se'd jê mat mabû; ti kes nedixwest navê hevjîna DAIŞî ya Ebû Îslam bîne ziman, "navê jinên hemû çekdaran dihat gotin, lê her dem digotin 'jina Ebû Îslam', du meh berî ku ez rizgar bibim, min Ebû Îslam nedidît, ez dibêjim qey hatibû kuştin".

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds