Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

WÊNE - Kurdên Lubnanê bo piştgiriya serxwebûna Kurdistanê hatin ser cadeyan

Ji aliyê RÛDAW 17-9-2017
1759 hatiye dîtin

Beyrût (Rûdaw) – Li yekemîn welatê erebî, Lubnanê bi sedan welatiyên Kurd bo piştgiriya li referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê hatin ser cadeyan û ahangek birêve birin.

 

Li bajarê Beyrût a paytexta Lubnanê bi sedan Kurd dest bi ahenga pişgiriya bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Beyrûtê, Rence Cemal ragihand: “Li Meydana Şuheda ya bajarê Beyrûtê, kurdên Lubnanê ku ji her çar parçeyên Kurdistanê ve çûna wî welatî û li wî welatî bicih bûne, ahengek bo piştevaniya referanduma Başûrê Kurdistanê saz kirin.”

 

Li Lubnanê derdora 40 hezar welatiyên Kurd dijîn û ku bi dehan sal e li wî welatî nişeticih bûne.

 

Beşdarbûyên ahengê ji Rûdawê re gotin, ji Beyrût û Lubnanê ve dilê wan ji bo Kurdistanê lê dide û ew bi hêviya serkevtina referandumê û serxwebûna Başûrê Kurdistanê ne.

 

0.391 seconds