Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Li Stenbolê şandake Amerîkî bi opozisyona Sûriyê re civiya

Ji aliyê RÛDAW 18-2-2019
Di civînê de behsa navçeya aram û gavên paşerojê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Îtilafa Opozisyona Sûriyê, ligel Cîgirê Wezîra Derve yê Amerîka ji bo karûbarên Şamê û nûnerê taybet ji bo Sûriyê Joel Reborn û şanda pêr eciviya, û her du aliyan behsa rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê kir.

 

Cîgirê Serokê Îtîla Îtilafa Opozisyona Sûriyê  Ebdulbast Hemo ji Rûdaw ragihand ku di civînê de behsa navçeya aram û encamên danustandinên Amerîka ligel Tirkiyê û HSDê û welatên din ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hate kirin.

 

Ebdulbast Hemo diyar kir ku şanda Amerîkî behsa biryara vekişîna hêzên welatê xwe kir û got: “Tti guhertin di stratejyaya Amerîka de li Sûriyê çê nebûye û Amerîka dê hêzên xwe gav bi gav vekişîne. Ji bo navçeya aram jî Amerîka dixwaze xalên çavdêriyê dane û dê hewl bide ligel Tirkiyê, komîteyên teknîkî ji bo birêvebirina navçeya aram pêk bîne.

 

Hemo herwiha got  ku şandê tekez kir ku ew li ser hewlên xwe bedewam in ku ligel Tirkiyê û HSDê û welatên hevpeyman bigihêjin rêkeftinekê û gavên baş jî hatine avêtin.

 

Derbarê Kurdan de jî Hemo got ku şanda Amerîka behsa rola Hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanên û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)  kir û got ku dê her pêkhateyek navçeya xwe birêve bibe.

 

Di haman demê de Cîgirê Serokê Îtîla Îtilafa Opozisyona Sûriyê got: “Dibe di rojên bên de Amerîka derbarê navçeya aram civîneke taybet li gel ENKSê encam bide ji ber ku Amerîka dixwaze ji niha û şûnde ENKSê rola xwe bibîne.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.204 seconds