Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

EFRÎN - Tirkiyê êriş kir: 2 serbazên Sûrî hatin kuştin

Ji aliyê RÛDAW 20-2-2018
Hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê derbasî nav Efrînê dibin. Wêne: Rûdaw.
Hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê derbasî nav Efrînê dibin. Wêne: Rûdaw.

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê û Hêzên ser bi opozisyona Sûriyê ji Ezazî ve hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê ku îro derbasî nava herêma Efrînê bûn, topbaran dikin. Li gorî medyaya nêzîkî YPGê di endama topbaranan de 2 ji hêzên Sûrî li Efrînê hatin kuştin.

 

Hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê ku bi Hêzên Gel (Hêzên Şeibî) tên naskirin, îro piştî rêkevtina navbera Yekîneyên Parastina gel (YPG) û hikûmeta Sûriyê, derbasî nav herêma Efrînê bûn.

 

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê Anadolu, di nûçeyeke kurt de ragihandiye, ku topxaneya Artêşa Tirkiyê hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve ku îro derbasî Efrînê bûn, topbaran dikin.

 

Anadoluyê herwiha îdia kiriye, ku ew hêza ser bi hikûmeta Sûriyê ve li hin cihên ku derbasî wan bibûn, paş ve vegeriyane û bi qasî 10 kîlometran dûrî navenda Efrînê ketine, lê belê ew îdia ji aliyê YPGê û hikûmeta Sûriyê yan jî aliyekê sêyem ve nehatiye piştrastkirin.

 

Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniyekle rojnamevanî de ragihand, piştî topbarana Artêşa Tirkiyê bo ser hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyê, wan hêzan nekarîn derbasî Efrînê bibin û diayr kir, ku ew dosya êdî hate girtin.


Ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANA jî ragihandiye, hêzên Sûrî yên ku derbasî Efrînê bûne, ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdarî yên ser bi wê ve tên topbarankirin.

 

Medyaya nêzîkî YPGê belav kiriye, ku di encama topbarana Tirkiyê û hêzên ser bi wî welatî ve 2 serbazên ser bi Hêzên Gel (Hêzên Şeibî) yên girêdayî Artêşa Sûriyê hatine kuştin.

 

Li gorî heman zanyariyan, 3 serbazên din ên Sûriyê jî ji ber topbaranan birîndar bûne.

 

Li ser derbasbûna hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve bo nav Efrînê, YPGê jî daxuyaniyek belav kiriye û têde diyar kiriye, ku wan daxwaz ji hikûmeta Sûriyê û artêşa wê kir, ku erkê xwe pêk bînin û di berevaniya di ber Efrînê de û parastina sînorên Sûriyê li dijî wê dijminkariya aşkere beşdar bibin.”

 

YPGê daye xuyakirin, dê “hêzên Sûriyê li ser sînor werin belavkirin û erkê xwe yê bo berevanîkirina li yekîtiya axa Sûriyê û sînorên wê pêk bînin.”

 

Ev geşedanên nû derbarê rewşa Efrînê de di demekê de ne, ku êrişa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê bo ser Efrînê derbasî roja 32an bûye.

3897 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.203 seconds