Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

HSD hewl dide bi awayekî giştî DAIŞê ji holê rake

Ji aliyê RÛDAW 20-2-2019
HSD girîngiyê dide şerê hizrî û aborî yê li hemberî DAIŞê

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokaratîk (HSD) tekez kir, ku metirsiya leşkerî ya DAIŞê nemaye, lê ew girîngiyê didin şerê hizrî û aborî yê DAIŞê ji bo ku bi awayekî giştî bê têkbirin.


Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxwazê dike ku hezar û 500 serbazên Amerîkî li navçeyên di bin kontirola wan de bimînin. Fermandeyekî Hevpeymaniya Navdewletî jî ragihand ku heger HSD pêşeroja xwe bi hikûmeta Sûriyê û Rûsya ve girê bide, ew nikarin alîkariya wan bikin.

 

Di derbarê şerê meydanî de li Baxozê, Berdevkê HSDê, Kino Gabriyêl ji Rûdawê re got: “Çekdarên DAIŞê xwe di nav tunêlan de veşartine û xelkê sivîl jî weke mertalên zindî bikar tînin.”

 

Berî 4 salan, çekdarên rêxistina DAIŞê navçeyên berfireh li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, xistin jêr kontrola xwe, lê bi alîkariya hêzên Hevpeymaniyê, HSDê ew navçeyên kontrolkirî, ji destê çekdarên wê rêxistinê derxistin û tenê hejmareke kêm ji wan li navçeyeke biçûk, li nav bajarokê Baxozê li rojhilatê Çemê Ferat mane.


Fermanderên HSDê tekez dikin ku ji aliyê leşkerî ve, nema ew çekdar dikarin xwedî bandor bin, lê tenê ew welatiyên sivîl ji xwe re weke mertalên zindî bikar tînin.


Bi gotina fermandarên HSDê, hebûna welatiyên sivîl li wê navçeya kêmtir ji 500 metreyên çargoşe, bûye sedema ku pêşketina hêzên HSDê dereng bikeve, di demekê de, ku bi hezaran welatiyên sivîl û girtiyên li cem DAIŞê hatine rizgarkirin, lê heta niha bi fermî bidawîhatina DAIŞê li Rojhilatê Ferat nehatiye ragihandin.


Tevî ku Encûmena Leşkerî ya HSDê tekez kiriye ku di demeke nêzîk de, dê mizgîniyê bide cîhanê, ku metirsiya leşkerî ya DAIŞê nemaye, lê di heman demê de jî, Fermandariya Giştî ya HSDê girîngî daye şerê hizrî û aborî yê DAIŞê ji bo ku bi awayekî giştî bê têkbirin.


Berdevkê HSDê Kîno Gabriyêl ji Rûdawê re ragihand, ku çekdarên DAIŞê welatiyên sivîl, weke mertalên zindî bikar tînin û nîşan bi wê yekê da ku hejmarek ji çekdarên DAIŞê xwe li nav tunêlan vedişêrin.


Debarê vê mijarê de Gabriyêl ji Rûdawê re wiha got: “Qonaxa dawî ya operasyonên HSDê li dijî DAIŞê berdewam e, niha jî piraniya wan teroristên ku mane, di 500 metreyên çargoşe de dorpêçkirî ne, ku xwe di nava tunêlan de veşartine. Ew tunêlên ku di demên borî de, amade kiribûn. Ev derengketina ku niha di operasyonên me de heye, sedema wê ew e ku sivîl li wan navçeyan hene û çekdarên DAIŞê wan sivîlan weke mertalên zindî bikar tînin. Em naxwazin ziyanê bigihînin wan dîlên di nav destê DAIŞê de, ku piraniya wan kesên sivîl in, bi rastî em dixwazin vê dosyeyê yekalî bikin, berî ku em operasyonên xwe bidawî bînin.”


Operasyona Bagera Cizîrê, di qonaxa xwe ya dawî de, ku bi “Şerê Têkbirina Terorê” hatiye binavkirin, bêhtir ji sedî 90 ji xalên bajarokê Baxoz, kontrol kirine.


Li çend xalên cuda cuda jî, hinek şer di navbera hêzên HSDê û bermayên çekdarên DAIŞê de, diqewimin, ku êdî derfeta revê ji wan re, nemaye.


Dawîtirîn pêgeha DAIŞê, li ber herifandinê ye, ku tenê welatiyên sivîl û girtiyên li cem çekdarên DAIŞê astengiyê li ber pêşketina bilez a hêzên HSDê dirust dikin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds