Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Derheqê dahatûya Rojhilata Navîn ya piştî DAIŞê de konferansek birêve çû

Ji aliyê Rawîn Stêrk 20-3-2017
Rûdaw

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê di derheqê dahatûya evlehî û asayîşa Rojhilata Navîn ya piştî DAIŞê konferanseke berfireh hat lidarxistin. Şandeke Herêma Kurdistanê jî beşdarî li vê konferansê kir û nêrîna Kurdistanê ya di derbarê çawayiya stratejiya nû ya Rojhilata Navîn de ji beşdaran re parvekir.


Derdorên dîplomasiyê, akademî û saziyên stratejiyê êdî dest bi dîdar û niqaşan kirine seberet bi rewşa Rojhilata Navîn ya piştî DAIŞê de. Di vê qonaxê de jî ewlehî û asayîş mijara sereke ye di nava van nîqaşan de.


Şarq El Forûm jî li Stenbolê bi heman mebestê konferanseke berfireh li dar xist. Şanda Herêma Kurdistanê jî beşdar e di van niqaşan de.


Berpirsê Karên Derve yê Kurdistanê Falah Mustafa ku ji bo beşdariya konferansê li Stenbolê ye ji Rûdawê re wiha got: “Em weke Herêma Kurdistanê le songeyî berjewendiyên xwe dinêrin. Em jî hemû bûyer û geşedanan analîz û nîqaş dikin. Mebesta me ew e ku em dest bi proeseya danûstandinan bikin ji bo kutapêhatina DAİŞê û maweya wê demê. Di vê qonaxê de jî têghştina me ya sereke berjewendiyên Herêma Kurdistanê ne. 


Em li aliyekî hewl didin ku bi welatên vê navçeyê re helwest û têgîhiştineke hevpar hebe û li aliyê din jî li gel welatên din hewla me heye ku em zanibin nêzikahiya wan çiye û hevbendiyek li gel wan jî hebe. Tişta girîng ev e ku Herêma Kurdistanê hewl dide ku berjewendiyên xwe bibestiete li gel welatanî komalgey navdewletî.”


Konfesansa Sarq El Forûm du rojan berdewam kir û ji gelek welatan jî siyasetmedar, akademisyen, dîplomat, stratêj û lêkolînêr beşdar bûn. Sedemên jinavçûna asayîşa herêmê, bihêzbûn û belavbûna DAIŞê ya li navçeyê û xetereyên dahatûyê bi firehî hatin guftigokirin.


Pisporê Têkiliyên Navdewletî Prof Fuat Keyman jî got: “Jinavçûna mezin a dawîn li aliyekî dewlet rûxandin û li aliyekî trajediyên mirovî ên mezin rûdan. Di qonaxa nû de avakirina dewletan lezgîn û pêwîst e. Divê hevkarî û birêxstinbûneke herêmî bê sazkirin. Ger ku hevkarî û stratejiya nû tenê li ser mezhep û netewan bê lênan wê dîsa pirsgirêk derkevin.”


Beşdarên konferansê, asayîşa navçeyê bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi hev ve girêdayî dibînin. Û wê yekê didin nîşan, da ku evlehiya Rojhilata Navîn, bêyî qebûlkirina berjewendiyên kurdan, pêkan nîn e.


Lêkolîner Samî Etrûşî jî diyar kir ku peydabûna hindek layenên nû ên weke Heşda Şabî jî dihêlin ku metirsî li ser dahatuya Kurdistanê hebin.


Di konferansê de weke hişyarî amajê hate pêdan da ku dewletên herêmê bi lez vegerin hevbendî û hevkariyekê ku ti aliyek jî berjewendiyên xwe li yên din ferz nekin.

Nîşankirin :
326 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-08-13 7:20:09 PM
Di bin vê serlêdanê de,ne bes behsa pariztinên Sînorên Welatên hev ji Terorîstan ku biparizin tên ba hev.Sînor û Terorîst,di bin sçîya kontrola wan...
Serfermandarê Hêzên Çekdarên Îranê serdana Tirkiyê dike
| 13-8-2017 | (1)
Melih Erdinc | 2017-08-13 11:01:56 AM
Goran gora xwe dikole
Tevgera Goran: PDK mercên me qebûl neke, bila her yek here mala xwe
| 13-8-2017 | (1)
Ali Baran | 2017-08-13 8:48:50 AM
chp ji roja avabûna xwe bi vir da partîyeke national socialist e, wate partîya faşist a bi maske sor e. kînga bûye demokrat. gotineke kurmancan heye,...
Bangewaziya Demirtaş di siyaseta kurdî de bû cihê nîqaşê
| 12-8-2017 | (1)
osman10 | 2017-08-12 9:06:14 PM
Dem baş ji bo kesên li Amûdê. Nûşe nûşe 💓
Havîngeha Amûdê bûye cihê kêfxweşiya welatiyên Rojava
| 12-8-2017 | (1)
0.25 seconds