Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Rûsyayê îdiaya YPGê red kir

Ji aliyê RÛDAW 20-3-2017
YPGê ragihandibû, ku Rûsya dê navendeke leşkerî li Efrînê veke.
YPGê ragihandibû, ku Rûsya dê navendeke leşkerî li Efrînê veke.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Berevaniya Rûsyayê rêkevtina bi YPGê re û vekirina navenda leşkerî ya wî welatî li Efrînê red kir û tekez kir, ku Moskowê planeke bi vî rengî nîne.

 

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ragihandibû, ku wan bi Rûsyayê re li hevkirinek kiriye, û dê di çarçoveya wê rêkevtinê de navendeke leşkerî ya Rûsyayê li Efrînê were vekirin.

 

Li hember wê yekê, Wezareta Berevaniya Rûsyayê daxuyaniyek weşand û têde zanyariyên derbarê vekirina navendeke leşkerî ya Rûsyayê li Efrînê red kir.

 

Wezareta Berevaniya Rûsyayê li ser avakirina baregehê li Efrînê ragihand, pîlaneke wan a bi vî rengî tine ye.

 

Wezareta Berevaniya Rûsyayê diyar kir, ku agahiyên derbarê avakirina baregeheke leşkerî ya li Efrînê, ne rast in.

 

Herwiha wezaretê eşkere kir, li nêzîkî Efrînê li herêmên ku Artêşa Sûriyeya Demokratîk û hêzên kurdî têne hemberî hev, dê şaxeke Navenda Çavdêriya Agirbesta Sûriyê ya Rûsyayê were avakirin.

 

Piştî ku di medyayan de ji zarê Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ve hate ragihandin, ku Rûsya dê li Efrînê navendeke leşkerî veke, Tirkiyê bertek nîşan da.

 

 

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê û Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş got: “Em ji aliyên din re didin xuyakirin, em ti carî qebûl nakin ku li bakurê Sûriyê dewleteke terorê were damezirandin. Rûsya jî û Amerîka jî wê yekê dizanin.”

 

Herwiha Numan Kurtulmuş anî ziman: “Eger PYD têde nebe, Tirkiye amade ye ku di pêvajoya paqijkirin û rizgarkirina herêmê ji DAIŞê de, bi awayekî çalak cih bigre.”

 

1769 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Baran B | 2017-06-21 1:53:39 PM
Madem babê wê ji Silêmanyê ye, ne ecîb û ne xerîbe ko ew dijî serxwebuna Kurdistanê ye.
Meredin | 2017-06-21 3:09:07 PM
Heger tu wan gotina tu diki, wilo xuiya diki Bave tê ne tî cuwamerê. Cimki wî Kurdaiyitî bi terê xes nedayê fehim kirin. Biji Serxwuabuna Kurdistanê...
Şaciwana Iraqê li dijî serxwebûna Kurdistanê ye
| 20-6-2017 | (7)
Zedan M. | 2017-06-14 7:14:56 AM
Tishtek bash ji mejiye aldaro dere Nina ,miroven parazit u xwe firosh gotin pere nabe .reka dur u direj kete pesh me kurden rojava ,em hevidaren ku...
Baran B | 2017-06-21 2:07:04 PM
Pkke û PYDe xodanê siyasetvanên wek Aldar .X ne. Her hinde mirf karît bêjît li ser pêŞniyara Aldarî.
Konfederalîzma xeyalî
| 16-6-2017 | (2)
serdar Budak | 2017-06-21 12:21:49 PM
slaw ez baverim dibê "nirxê sêrînî" bê nivîsin a ne " nirxê sêranî" roj bas. Dr Serdar ji Stockholm
Li Dêrika Hemko nirxê şêraniyê li gorî nirxê şekir e
| Duh vî demî 02:52 | (1)
lolozano | 2017-06-20 4:54:10 AM
Heta bi nûhe,gelek kesan ji Serwerên Kurd Rola Barzanî bilind nas kirine!Û berê, li dijîyê bûn!Ji wan Şeyx Ceefer Mistefa Rola Barzanî an Ferman û...
Fereydûn Ebdulqadir: Divê Barzanî destpêşxeriyekê dest pê bike
| 20-6-2017 | (1)
0.407 seconds