Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Kongireyek ji bo alîkariya koçberên Sûriyê li Urdinê birêve çû

Ji aliyê RÛDAW 22-2-2019
Koçberên Sûrî naxwazin vegerin welatê xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Urdun bajarê Emmanê, civîneke berfireh ji bo gotûbêjkirina doseya koçberên Sûriyê li wî welatî birêve çû.

 

Li Emman a  paytexta Urdunê civînek berfireh hat sazkirin û berpirsên hikûmeta Urdunê, ajansên Neteweyên Yekbûyî û welatên perebexş beşdar bûn. Armanca civînê organîzekirina Plana Bersivdanê ya Urdunê ya derbarê piştgiriya koçberên Sûriyê de bû.

 

Nûnerê Netewên Yekgirtî li Urdunê, ragihand, ji ber rewşa xerab ya deverên wan li Sûriyê, koçber, bi ti awayî naxwazin vegerin welatê xwe, û beşekî mezin ji wan êdî biryar dane ku bi dewamî li Urdunê bimînin.

 

Derbarê vê yekê de Serokwezîrê Urdinê Umer Rezar dibêje: “Îro û ligel hemû xebatan û ji ber rewşa dirêj a kirîza Sûriyê, pêdivî û lawazî li ba koçberên Sûriyê û xelkê Urdunê wek hevdû nehatine guhertin, siyaseta me û berî her tiştî karên me li gor prensîpên cîhanî standart in, vê yekê wiha kir ku rewşa koçberan gelekî baş bibe, niha em derbasî qonaxeke nû ya kirîza Sûriyê dibin, lê hê jî bandora wê berdewam e."


Hikûmeta Urdunê ligel Civaka navdewletî li ser cîbicîhkirina Plana Bersivdanê ya sala 2019ê radiwestin û niha dixwazin bixin warê cîbicîhkirinê.


Wezîra Plandanîna Urdinê Marî Qawar jî got: "Bûdceya Plana Bersivdanê ya sala 2019an 2 milyar û 400 milyon dolar e, 700 milyon tenê bo piştgiriya koçberên Sûriyê ye, 700 milyon bo xelkên ku mazûvaniya wan kirine, û yek milyar dolar bo piştgiriya xezîneyê ye."


Li gor rapirsiyên cuda di nav koçberên Sûriyê de û berpirsên Neteweyên Yekbûyî, ji ber rewşa xirab koçberên Sûriyê yên li Urdunê naxwazin vegerin welatê xwe.


Rêkxerê Neteweyên Yekbûyî li Urdinê Anders Pedersên jî got: "Em îro rûbirûyî astengên mezin bûne, ew yek jî tiştekî normal e li gor kirîza koçberan mixabin, heta niha rewş ji bo vegerek aram û bi kêfxweşî ji koçberan re nehatiye peydakirin, piraniya koçberên Sûriyê heta siberojek diyar û nediyar dixwazin li Urdunê bimînin."


Ev civîna yazdemîn e bo Plana Bersivdanê derbarê kirîz û koçberên Sûriyê. Hikûmeta Urdunê û Neteweyên Yekbûyî dixwazin pêdiviyên serekî, silametî û jiyanek parastî ji zêdeyî 673 hezar koçberên Sûrî re peyda bikin, ku ji sedî 18 ji wan di kampan de dijîn.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds