Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Helwesta Tirkiyê û referanduma Kurdistanê

Ji aliyê Kemal Avcı 21-9-2017
Rûdaw

Enqere (Rûdaw) – Ji ber giştpirsiya di 25ê Îlonê girtina deriyên ku li Kerêma Kurdistanê vedibin, di rojevê de ye. Pispor dibêjin îhtimala vê yekê gelekî kêm e. Li gorî pisporan eger Tirkiye tiştekî wisa bike jî maweya wê gavê zêde direj nabe.   


Îran û Tirkiye di meseleya bazirganiyê de li ser Herêma Kurdistanê di rikeberiyê de ne. Herêma Kurdistanê zêdetir bi Tirkiyê re di nav peywendiyên bazirganî de ye. Lê ji ber biryara giştpirsiya başurê kurdistanê ya 25ê îlonê ihtimala girtina deriyên sînorî yên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de di rojevê de ye.


Aborînas dibêjin gaveke wisa ji aliyê Tirkiyê ve bê avêtin jî, dê maweya wê gavê zêde direj nebe. 


Aborînas Turgay Turker ji Rûdawê re wiha got: “Eger Tirkiye deriyan bigire û herem jî berê xwe bide Îranê dê bandora wê yekê biçûk be. Gelo dê ev ambargoya dirêj berdewam bike û dê bigîhêje asta hev êşandin? Ez bawer nakim. Lewra berê jî ambargoyên wisa çêbûn lê kurt berdewam kir.” 


Gellek kes û karsaz jî dibêjin tevî hemû bertekên xwe jî tirkiye zûbizû peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re qut nake. Nunerê başur rojhilat ê yeketiya reveberiyên heremî ya bi navê Avrasya Abdullah Arzakçi jî di heman fikrê de ye.


Karsaz Abdullah Arzakçi jî wiha axivî: “Serok Barzanî li wê derê xebat kiriye niha mecbûr e viya ji bo milletê xwe re bêje em herin referandumê. Ji ber vê yekê navbera  Tirkiye û Kurdan xirab nabe. Referandum çê bibe û çê nebe jî nava kurdan û tirkan, nava Kurdsitan û Tirkiye jî xirab nabe.


Rêjeya bazirganiya di navbera Tirkiyê û Hêrêma Kurdistanê salane derdorê 10 milyar dolaran e.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

MAJEED | 2017-10-23 10:38:57 AM
Bre kafirler
Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Mafên kurdan nedane
| 13 demjimêr berê | (1)
mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-23 10:15:49 AM
Bi Xwedê te Sêdarê ji bidin her kême Bavilê Xaîn...piştî van hemû şehîdbûna Pêşmerge û Kurdên Sivîl çewa tû dibêjî Rêkeftin bi rûmet bî hey Xwêrî!...
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| 13 demjimêr berê | (2)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| Duh vî demî 11:57 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| 23 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.562 seconds