Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Sûriyê daxuyaniya Trump a li ser Golanê protesto kir

Ji aliyê RÛDAW 22-3-2019
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump protesto kir û da xuyakirin, ku Golan beşeke ji Sûriyê ye û Şam dê bi her awayî kar bike, ji bo ku wê vegerîne bin kontrola dewleta Sûriyê.

 

Di daxuyaniyeke nivîskî de, ku li ser zimanê çavkaniyeke berpirs di Wezareta Derve ya Sûriyê de, ji aliyê ajansa fermî ya nûçeyên hikûmeta Sûriyê ve hatiye belavkirin, tê de hatiye, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî eşkere piştevaniya Îsraîlê dike û ew daxuyaniya wî ya di derbarê girêdana Golanê bi Îsraîlê de, bi tundî protesto dikin.

 

Di daxuyaniyê de hatiye ku Amerîka bi awayekî berdewam, biryarên Encûmena Ewlehiya Navdewletî binpê dike, û ev yek jî anî ziman, ku wê Şam bi her awayî, ji bo derxistina Golanê ji bin kontrola Îsraîlê, û vegerandina wê bo nav axa Sûriyê kar bike.

 

Serokê Amerîkayê, Donald Trump di peyamekê de ku li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriye, helwesta xwe ya derbarê herêma Golanê de aşkere kir û got, êdî dema wê yekê hatiye ku Amerîka bi fermî serweriya Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê nas bike.


Trump diyar kiriye ku ev pêngava Amerîkayê dê ji bo ewlehiya navçeyê giring be û tekez dike, bilindahiyên Golanê di aliyê stratejîk û ewlehiyê de ji bo Îsraîlê gellek giring e.

 

Golan herêmeke bilind û çiyayî ya li ser sînorê navbera Îsraîl û Sûriyê ye ku di şerê şeş rojî yê navbera Îsraîl û welatên erebî de, di sala 1967an de kete bin kontrola Îsraîlê û heta niha jî di bin kontrola wî welatî de ye.

 

Îsraîlê di sala 1981an de, Golan weke beşek ji axa xwe nas kir, lê belê civaka navdewletî hêj jî wê herêmê weke beşek ji axa Sûriyê dibîne

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds