Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Tirkiye çima girîngiyê dide Mûsilê?

Ji aliyê Rawîn Stêrk 24-2-2019
Osman Elî dibêje Tirkiye, Mûsilê weke lingekî xwe yê jêkirî dibîne

Stenbol (Rûdaw) - Piştî ku şerê li hemberî DAIŞê him li Iraq û him jî li Sûriye digihîje dawiyê, vê carê proseya piştî DAIŞê di rojeva cîhanê de ye. Hemû welat niha ketine lêger û çawayiya avakirina herêmên ku hatine rûxandin, lê di vê qonaxê de jî plan û stratejiya her welatekî li gorî berjewendiya xwe ye. Ew jî dine nîşan ku proseya piştî DAIŞê dê ji dema şer hêsantir nebe.

 

Esil Nûceyfî di destpêka derketina DAIŞê de ew kes bû ku navê wî herî zêde li rojeva cîhanê dihate bihîstin. Ji ber ku dema DAIŞê Mûsil kontrol kir, ew li wir walî bû. Nûceyfî piştî ku ji alî dadgeheke Iraqê ve bi 3 salan hate cezakirin, berê xwe da Stenbolê û zêdeyî salekê ye li vir dijî.


Di proseya piştî DAIŞê de jî dîsa ew ji yek navan e ku li rojevê zêde dibe. Ji ber ku proseya piştî DAIŞê bi avakirina Mûsilê destpê dike.


Avakirina Mûsilê ya ji nû ve piştî Iraqê herî zede li Enqere li ser maseyê ye. Ji ber ku Tirk, Mûsilê weke wîlayeteke xwe ya jidest çûyî dibînin. Giringiya ku Tirkiye dide wir helbet tenê ne avakirin lê sedema sereke ew e ku di mekanîzmaya kontrola piştî avakirinê de ew jî cîh bigirin.


Li Enqere bi hemahengiya Bexdayê çend senaryo têne nirxandin. Akademiya vî welatî jî bi konferans û dîdariyan, Mûsil daniye ber xwe.


Derbarê vê yekê de Lêkolînêr Tarik Çelenk ji Rûdawê re got: “Êdî proseya piştî DAIŞê despêkiriye û Mûsil jî navenda vê proseyê ye. Ji bo îstikrara Iraqê û tesîskirina hiqûqê arambûn û avakirina Mûsilê şertê yekem e. Divê di proseya nû de bi qasî hikumeta navendî hêzên xwecihî jî hebin. Hêvîdarim ew konferans ji bo vê proseyê bibe referansek.”


Di vê konferansa ku Zankoya Zaîm lidarxistiye de him rabirdû, him rewşa heyî û him jî egerî û planên dahatuyê têne nirxandin. Osman Elî ku akademisyenekî ji Kerkûkê ye dide zanîn ku Tirkiye her Mûsilê weke lingekî xwe yê jêkirî dibîne. Elî di proseya avakirinê de beriya her tiştî balê dikêşe madeya 140î.


Akademisyen Li Zankoya Sakarya Osman Elî jî wiha axivî: “Niha  pêwîstî bi boçûneke nû, lê  cidî heye. Pêwîstî bi midaxeleyekî nêvdewletî heye. Hikumetê Herêmê li gel hikumetî Iraq û hikşmetaTirkiye divê zêdetir danûstandinan bike. Pêwîst e madeya 140 bê cîbicîkirin. Bi nêrîna min ne helwest ciddî heye ne jî pereyek heye. Ew milîsên heyî jî li Mûsilê roleke zor negatîf li xwe digirin û beşek in ji kêşeyan.”


Di encama konferansê de herî zêde bal ji bo grûbên çekdar û bandora Îranê  tê kişandin. Li gorî pisporan ger her welatek li gorî berjewendiya xwe tevbigere dê kontrol ji nû ve bikeve destê grûbên çekdar û ew jî dê bibe sedema karesatên nû. Herwiha ger yekdengî û berjewendiya gelên Mûsilê li ber çavan neyê girtin wê destê Îranê li wir bi hêz bibe.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds