Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Golan bûye cihê nakokiyê di navbera welatên mezin de

Ji aliyê RÛDAW 23-3-2019
Nûnerê hikûmeta Sûriyê li Neteweyên Yekgirtî da xuyakirin, ku ew tu carî dest ji Golan bernadin

Hewlêr (Rûdaw) – Golan (Colan) careke din cihê xwe di nav daxuyaniyên berpirsên herî mezin û karnameya Encûmena Ewlehiya Navdewletî de digire.

 

Nûnerê hikûmeta Sûriyê li Neteweyên Yekgirtî da xuyakirin, ku ew tu carî dest ji Golan bernadin.

 

Di şerê 5 Hezîrana 1967an de Israîlê bilindahiyên Golana başûrê Sûriyê kontrol kir, û di sala1981ê de Golan tevlî cografyaya xwe kir, ji aliyê xwe ve Civata Ewlekariya Navdewletî bi rêya biryara 497an  Israîl wek hêzek dagîrker li Golanê bi nav kir.

 

Di dema dawî de serokwezîrê Israîlê Binyamin Netanyahu  guvaşên zêde xistin ser Amerîka daku Itîrafê bi serweriya welatî wî ser Golanê bike, berî du rojan Seroçkê Amerîkayê Donald Trump di twîtekê de ragihand, ku dem hatiye daku Amerîka Itîrfê bi serweriya Israîlê ser bilindahiyên Golanê bike.

 

Daxuyaniya Trump karvedanên cor bi cor li navçeyê, Sûriyê û Israîlê li pey xwe anî.

 

Kesekî xelkê Golanê Lahan Cohen dibêje: “Ez gelekî kêfxweşim ku serok Trump Itîraf bi Golanê kir wek beşekî ji Israîlê, ev tiştekî gelekî girîng e bo me, herwiha bo kesekî wek min ku li Golanê dijî.

 

Li Sûriyê da xuyaniya Trump derbarê Golanê de karvedanên nerênî yên tund ji aliyê hikûmetê û xelkê ve li pey xwe anî.

 

Xelkê Şamê Samî Cinêdî jî got: “Axaftina Trump ti qîmet jê re nîne, Golan axa Sûriyê ye û dê her bimîne Sûrî heta heta, bi rêya Artêşa Erebî Sûrî dê Golan li Sûriyê vegere.”

 

Ji aliyê xwe ve nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî derbarê twîta Trump de daxuyaniyek tund da.

 

Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Ceferî jî wiha axivî: “Em careka din tekeziyê dikin, ku ne ji mafê Amerîkayê ye ,daku biryarê ser çarenivîsa Golana dagîrkirî ya Sûriyê bide, lewra çi Itîraf an karekî ku serweriya Komara Erebî ya Sûriyê li ser axa wê ya dagîrkirî binpê bike, bi rastî ew karekî dijmnikkarî û nerewaye lê tê nerîn.”

 

Li gor çavdêrên peywendîdar eger hat û Amerîka Itîraf bi serweriya Israîlê ser Golanê kir, ew dibe yekem dewlet wê yekê dijî biryara navdewletî derbarê Golanê de dike, di dema ku civaka navdewletî dibîna ku Golan axa Sûriyê ye û ji aliyê Israîlê ve hatiye dagîrkirin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds