Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Îsraîl ji Xezeyê ve bi mûşekan hat bordûmankirin

Ji aliyê RÛDAW 25-3-2019
2768 hatiye dîtin

Rûdaw - AFP

 

Artêşa Îsraîlê ragihand ku şeş welatiyên Îsraîlê ji ber ketina çend mûşekan ku ji kerta Xezeyê arasteyî Tel Avîvê hatibûn kirin, birîndar bûn.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji wan mûşekan du mûşek li nêzîkî du xaniyên devera Heşarûn a li bakurê rojhilatê Tel Avîvê ketine xwarê, piştre hejmarek xaniyên wê deverê hatin valakirin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê herwiha ragihand ku nehiştene mûşekeke din bikeve xwarê ku bi heman şêwe ji kerta Xezzeyê ve arasteyî wî bajarî hatibû kirin.

Çend demjimêr berî wê bombebaranê, artêşa Îsraîlê du cihên li kerta Xezeyê bombebaran kiribû.

0.171 seconds