Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Netanyahu neçar ma dawî bi serdana xwe ya Amerîkayê bîne

Ji aliyê RÛDAW 25-3-2019
Ji kerta Xezeyê ve çend mûşek arasteyî axa Îsraîlê hatin kirin. Wêne: AFP
Ji kerta Xezeyê ve çend mûşek arasteyî axa Îsraîlê hatin kirin. Wêne: AFP

Hewlêr (Rûdaw) - Îro ji kerta Xeze ya Felstînê ve êrîşeke mûşekî bo ser Îsraîlê hate encamdan û li gor daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, şeş welatî di encama vê êrîşê de birîndar bûne. Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamîn Netanyahu jî ragihand, ew dê dawî bi serdana xwe ya Amerîkayê bîne û bo çavdêrîkirina rewşê vegere welatê xwe.

 

Artêşa Îsraîlê îro ragihand: “Şeş welatiyên Îsraîlê bi sedema ketina çend mûşekên ku ji kerta Xezeyê ve arasteyî Til Avîv a paytexta wî welatî ve hatibû kirin, birîndar bûn.”

 

Berdevkê Artêşa Îsraîlê ragihand, du ji wan mûşekan li nêzîkî du xaniyên navçeya Heşaron li bakurê rojhilatê Til Avîvê ketine xwarê û piştî wê bûyerê jî çend malên li wê navçeyê hatine valakirin.


Artêşa Îsraîlê, rêxistina Hemasê weke berpirsyarê vê êrîşê da nîşan dan û got, ew dê bersiveke tund bidin van êrîşan.

 

Ji aliyekê din ve, Serokwezîrê Îsrîalê, Benjamin Netanyahu ku niha bi serdanekê li Amerîkayê ye, ragihand, ji ber êrîşa mûşekî ya îro ew dê piştî hevdîtina li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump, dawî bi serdana xwe bîne û vegere îsraîlê daku ji nêzîk ve çavdêriya rewşê bike.

 

Kerta Xezeyê ji sala 2007an ve ji aliyê Bizava Hemas a Felestînê ve tê birêvebirin.


Herwiha hikûmeta Îsraîlê jî li ser esasê nîgeraniyên xwe yên ewlehiyê, nêzîkî 12 salan e ku dorpêça aborî bi ser Xezeyê de sepandiye.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.172 seconds