Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Artêşa Iraqê: HSDê 280 çekdarên girtî yên DAIŞê dan me

Ji aliyê RÛDAW 26-2-2019
Yehya Resûl dibêje 500 çekdarên girtî yên li cem HSDê xelkê Iraqê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand ku 500 çekdarên DAIŞê yên Iraqî li cem Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) girtî ne û heya niha wan 280 çekdar wergirtine.

 

Di bernameyeke Rûdawê de, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Artêşa Iraqê, Emîd Yehya Resûl, ku di heman demê de Berdevkê Wezareta Berevanî ya Iraqê ye got, wan têkilî bi HSD re danîne, daku ew çekdarên DAIŞê yên xwedî nasnameya Iraqî, ji wan re bêne şandin.

 

Yehya Resûl diyar kir ku heya niha wan 280 çekdar ji HSDê ew çekdar bo zindanên Wezareta Navxwe ya Iraqê hatine veguhastin.

 

Resûl wiha got: “Me daxuyaniyek bi navê Şaneya Ragihandinê ya Şer derxist derbarê wan çekdarên DAIŞê, ku ji aliyê hêzên leşkerî yên Iraqê hatine wergirtin, nêzîkî 500 endamên DAIŞê hene ku xwediyê welatînameya Iraqî ne, ew jî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatine girtin.


Me jî têkilî bi Hêzên Sûriya Demokratîk re kir, daku ew kes serbest neyên berdan, û heya niha me 2 grûp wergirtine, ku ew jî 280 çekdarên DAIŞê ne, ku li cem me biryara girtina wan heye li gor madeya 4/1 ya terorê. Ew kes di êrîşên terorîstî, kutşin û teqînan de beşdar bûne û ji ber hêzên me reviyabûn û berê xwe dabûn nav axa Sûriyê.”


Berdevkê Fermandariya Operasyonên Artêşa Iraqê herwiha danî: “500 çekdarên DAIŞê xwediyê nasnameya Iraqî ne, heya niha 280 kes ji wan gihiştine ber destê me, ku ew jî bo zindanên Wezareta Navxwe hatine veguhastin, daku bêne cezakirin.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1389 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds