Navenda Nûçeyan - Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett McGurk serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Encûmena Sivîl a Reqayê hevdîtinek pêk anî.
Li gor agahiyan Şanderê serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê de Brett McGurk bi seredanekê gihaye Rojavayê Kurdistanê û li gel Encûmena Sivîl a Reqayê civiya.
Brett McGurk piştî civîna li gel Encûmena Sivîl a Reqayê, li gel fermandarên leşkerî yên HSD ên ku di operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê de beşdar in, civiya.
Encûmena sivîl a Reqayê ji nûnerên pêkhateyên parêzgeha Reqayê pêk tê û biryar e piştî ku bajarê Reqayê were kontrolkirin, Rêveberiya bajêr radestî wê encûmenê bibe.


Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse