Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Artêşa Rûsyayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Ji aliyê RÛDAW 28-8-2017
Hêzeke artêşa Rûsyayê ku derbasî bajarokê Til Rifetê bûye.

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzeke Rusyê derbasî navçeya Til Rifet ya li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bû.

 

Li gorî hin medya û rûpelên nêzîkî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzeke Rusyê îro duşembiyê derbasî navçeya Til Rifet ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye, bûye.

 

Wan çavkaniyan dane xuyakirin, ku hinek zirêpoş û hejmarek serbazên artêşa Rusyayê çûne bajarokê Til Rifet ku dikeve Kantona Şehbayê ya Rojavayê Kurdistanê.

 

Hate ragihandin ku, ew hêza Rusî ku çûye Til Rifetê, bi hemahengiya li gel YPGê û bi armanca rawestandina topbaranên artêşa Tirkiyê û hêzên dijbereya Sûriyê li ser wan deveran, derbasî wê deverê bûye.

 

Artêşa Tirkiyê û hêzên dijbereya Sûriyê yên girêdayî wî welatî, piştî operasyona Mertala Firatê û kontrolkirina Cerablus, Elraî û Bab û gundên wê herêmê, cihên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel de topbaran dikin.

 

Hêzên çekdar ên dijbereya Sûriyê ji Ezaz, Marih û Dabiqê ve gundên Efrîn, Til Rifat û devera Şehbayê didin ber topan.

 

Ji sala 2016ê ve YPGê û HSDê bajarokê Til Rifet, firokexaneya Minix a leşkerî û çend gundên ser bi Til Rifetê ve kontrol kirine.

 

Herwiha hêzên HSDê îsal jî hevdem li gel operasyona artêşa Tirkiyê li bakurê Helebê, çend gund li devera Şehbayê jî kontrol kiribûn.

 

Şîrove

 
Bernas | 29-8-2017
Ji qedera/dahatûya Kurdên Rojava Rûsya barpirsîyar e. Rûsya ew dewlet û hêz bû ku desthilata Besîr Esad hebit dike, berdewam dike; wê li dijî dewletên din diparêz e. Bê alîkarîya Rûsya desthilata Esad zûvak ketibû. Rûsya niha nikare bibêj e, "herin bi Esad va lihev werin, ez tune me" !

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Serhad | 2018-02-22 6:14:13 AM
Heyrana çavên te !! Divê hemu kurdên bakur sud ji vê nuçeyên verbigrin.
Malbateke Brîtanî ji bo fêrbûna Kurdî hatin Duhokê
| Duh vî demî 11:49 | (1)
Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
0.703 seconds