Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Putin û Erdogan li Enqerê civiyan

Ji aliyê RÛDAW 28-9-2017
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê civiyan.
Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê civiyan.

Navenda Nûçeyan – Serokê Rûsyaya Federal Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro li Enqerê dûr ji çavên kamêrayan civiyan.

 

Êvariya îro pênşemî 28ê Îlonê demjimêr 17:00ê serêvarê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û şanda pê re di çarçoveya serdaneke pêştir ragihandî de gihîşt Enqerê.

 

Demjimêr 17:30 êvariya îro Vladimir Putin li Koşka Beştepe ji aliyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin û piştre civîna du alî ya navbera wan dûr ji çavên kamêrayan birêve çû.

 

Li gorî agahiyan, biryar bû ku di civîna îro ya Putin û Erdogan de, pêwendiyên navbera her du welatan di warê aborî û serbazî û siyasî de, herwiha pêşhatên siyasî û ewlehiyên Iraq û Sûriyê û referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, rêkevtina kirîna sîstema sîstema mûşekî ya S400, mijara NATO û civînên Astana bihêne gotûbêjkirin.

 

Pêştir Berdevkê Koşka Kremlînê (koşka serokatiya Rûsya) Demitry Peskov ragihandibû: Serdana Putin bo Tirkiyê aramceke pragmatîkî heye, bi taybet Tirkiye û Rûsya pêwendiyên sitasî û serbazî û taktîkî û aborî yên giring hene û dê îmza li ser çend projeyên mezin were kirin.

 

Serdana Putin bo Tirkiyê di demekê de ye, ku li Başûrê Kurdistanê referanduma serxwebûnê di 25ê Îlonê de hat encamdan û li gorî ragihandina Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê, dengê Belê bi rêjeya %92.73ê serkevtin bi dest anî.

 

Ji ber encamdana referandumê, Iraq, Îran û Tirkiyê helwestên tund li xwe nîşan dane û komek rêkar li dijî Herêma Kurdistanê dane destpêkirin.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.672 seconds