Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Bexdadî: Tirkiye her tiştî dike da ku Kurd nebin xwedî dewlet

Ji aliyê RÛDAW 29-9-2017
Ebûbekir Bexdadî
Ebûbekir Bexdadî

Hewlêr (Rûdaw) – Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî peyameke bi deng belav kir û têde behsa pêşhatên herêmê dike û di çend cihan de jî qala Kurdan û hewldanên ji bo serxwebûnê dike û dibêje: “Tirsa mezin a Tirkiyê ew e ku Kurd dewletekê damezirînin.”

Peyama Ebûbekir Bexdadî ku duh li ser medyaya civakî belav bûye, xelîfeyê DAIŞê diyar dike: “Hevpeymanan, welatên Ewropa, Îran û Iraq hemû yekdeng in ji bo paşxistina hin mijaran (dibe ku mebesta wî serxwebûna Başûrê Kurdistanê be) da ku ti tiştek wan mijûl neke ji şerkirina li dijî Dewleta Îslamî li herêmê.”

 

Bexdadî di peyama xwe de amaje bi wê yekê kiriye, ku tirsa mezin a Tirkiyê ew e ku Kurd dewletekê ava bikin û piştre ew dewlet şaxe biavêje nav xaka wan û dibêje: “Çimku gelek Kurd li Tirkiyê hene. Loma Tirkiye her tiştî dike, da ku Kurd nebin xwedî dewlet. Tirkiye tirs û nîgeraniyeke mezin dijî, çimku Kurd dest bi berfirehxwaziyê kirine û ew jî dê neçar bimînin şer bikin, da ku Kurdên Tirkiyê daxwaza serxwebûnê nekin.”

 

Ebûbekir Bexdadî di berdewama axaftina xwe de dibêje: “Tirkiye ji tirsa Amerîka û Ewropa nikare şer bike. Bi pêşbîniya Tirkiyê ev şerekî misoger e, lê hatiye paşxistin.”

 

Bexdadî ji suniyên Yemen, Iraq û Sûriyê daxwaz dike ku bêdeng nebin li hember tawanên ku li dijî wan têne kirin û di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe tîne ziman, ku îsal bikarbin welatê Erebistana Siûdî "fetih" bikin, da ku bikarbin Hec bikin.

 

Piştî sala 2014an ku li Mizgefta Nûrî ya li bajarê Mûsilê deng û dîmenê wî hatibû tomarkirin, ev duyemîn tomara dengê Bexdadî ye ku tê belavkirin. 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Berpirsekî berê yê YBŞê: Ji ber bombebarana Tirkiyê Zekî Şingalî jiyana xwe ji dest da 23 demjimêr berê |

Berpirsekî berê yê YBŞê: Ji ber bombebarana Tirkiyê Zekî Şingalî jiyana xwe ji dest da

irokeyên şer ên Tirkiyê di êrişeke esmanî de çend Zêdetir
Li Kerkûk, Şingal û deverên din ên Kurdistanî 47 post ji Kurdan hatine standin Duh vî demî 04:20 |

Li Kerkûk, Şingal û deverên din ên Kurdistanî 47 post ji Kurdan hatine standin

Heşda Şeibî piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an Zêdetir
HEWLÊR – Yekemîn Konferansa Navdewletî ya li ser Cenosîda Kurdên Êzdî Duh vî demî 10:33 |

HEWLÊR – Yekemîn Konferansa Navdewletî ya li ser Cenosîda Kurdên Êzdî

Di çaremîn salvegera karesata Şingalê de îro li Zêdetir
0.64 seconds