Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Ellawî bo NY: Ji bo danûstandinan şandekê bişînin

Ji aliyê RÛDAW 30-9-2017
Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî

Emman (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku şandekê ji bo danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bişînin û diyar dike: “Iraq hêj endameke Neteweyên Yekbûyî ye. Loma ew dikarin baştir çavdêriya rêkeftina Iraqê bikin û beşdarbûna wan rêgirtin e li ser destwerdana herêmî ya di karûbarên Iraqê de.”

 

Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Bizûtneweya Wîfaqa Niştimanî Eyad Ellawî îro roja şemiyê 30ê Îlona 2017an li paytexta Urdinê bajarê Emmanê di konferanseke rojnamevaniyê de destpêşxeriya xwe aşkere kir û got: “Duh min ji Serokê Encumena Wezîran Heyder Ebadî re nameyek şand. Min nameyek jî, ji Sekreterê Giştî yê Netweyên Yekbûyî re şandiye û name îro gihiştiye destê wî. Herdû nameyên me gihiştine destê Heyder Ebadî. Hêvîdar im rewş aram bibe û gotûbêjeke rasteqîn were kirin.”

 

Li ser bersiva Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî Eyad Ellawî aşkere kir: “Bersiva Birêz Mesûd Barzanî behsa gotûbêjan kir ku wisa xuya ye heta du salan be. Ji ber vê yekê em li ser hewldanên xwe berdewam in. Pêwîst e hewldan ji bo aramkirinê berdewam bin û rewş aloztir nebe. Em dixwazin deriyekî baş ji bo hemû aliyan bibînin bêyî ti lihevkirinê.”

 

Herwiha Ellawî li ser naveroka nameya xwe jî got: “Min di nameya xwe de pêşniyar kiriye, pêwîst e ne ji aliyê hikûmetê ve, ne ji aliyê Birêz Mesûd Barzanî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ve bêyî mercekî pêşwext, dest bi diyalog bikin.” Herwiha got: “Me şiyana xwe li ser xizmeta vê arasteyê derxistiye holê. Hemd ji Xwedê re herdû alî bersiv dan ji bo daxwaza me û bangewaziya me dê hebe. Em hêvîdar in hizûr û aramî vegere, da ku bikaribin gotûbêj bikin li ser wê yekê ku Iraq di siberojê de dê çawa be?”

 

Eyad Ellawî li ser rewşa Iraqê metirsiya xwe jî ragihand û got: “Tiştê ku diqewime gelek tirsnak e. Tirsnakiya wê ew e ku dê rengdanekê çêbibe li ser hemû xelkê Iraqê, ne ku tenê herêmek an jî parêzgehek. Belku bandor li ser her kesî bike. Loma divê em hişyar bin û em xwe nexin nav rewşeke giran. Pêwîst e aram bin û em gotûbêjên biaqilane bikin ji bo silametî û yekparçeyiya Iraqê û gihiştina dewleta şaristanî.”

 

Di derbarê Kerkûkê de jî Ellawî aşkere kir: “Beriya gotina xwe bi dawî bînim, divê vê yekê jî bibêjim ku min di daxuyaniya xwe de li ser axiviye. Li Iraqê nabe ku ti alî bi tena serê xwe gotûbêj bike. Me dît ku şanda Kurdistanê gihişte Bexdayê li gel beşek ji Hevpeymanên Niştimanî di gotûbêjê de bûn. Ev nabe biqewime. Çimku ev ji bo Iraqê giring e ku divê hemû alî beşdar bin. Tirsa me ew e ku li Kerkûkê tiştek biqewime û rewşa Iraqê hemû têk biçe, bibe bahozek û hemû bigre, loma di vê çarçoveyê de em hêvîdar in medyaya Iraqê rastiyan veguhezîne û ji bo aramkirina vê rewşê bixebite, ne ku zêdekirin.”

 

Naveroka nameya Eyad Ellawî bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Neteweyên Yekbûyî:

 

1- Destpêkirina danûstandinên bêmerc ên pêşwext.

 

2- Bingeha danûstandinan Destûra Iraqê be.

 

3- Em ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin ku piştgiriya danûstandinan bike û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tîmeke şareza bişîne.

 

4- Ragirtina helmetên ragihandinê û biryarên ku rewşê têk dibin.

 

5- Zêdekirina hewldanan ji bo dûrxistina her rûbirûbûnên çekdarî li deverên nakokî, beriya hemû deveran jî li parêzgeha Kerkûkê.

 

6- Dîtina çareseriyeke niştimanî û dûrxistina Iraq ji destwerdana derve û welatên cîran ku îhtîmal heye arîşeyan kûrtir bikin û Iraq têkeve nav komek pirsgirêkên mezintir.


693 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
emer can | 2017-12-02 11:22:04 AM
Şeşo tu here ji xwe re karekî din bike û bila 7 hezar peşmergeyên din jî tevlî ybş'ê bibin...Tu nikarî êzidiyan biparêzi...bawer ke tu biçî kes bê...
Kurdo | 2017-12-03 5:16:32 AM
Heider Şeşo,îdî bese te serê me êşand.Tû Yêzîdî bû tû Yeketî bû tû PKKê bû tû Pêşmergehê Barzanî bû îca li dawîyê, te xwe Tevlî Heşdi Şeebî kir!!!...
Şeşo: Liv û tevgera PKKê ya li Şingalê zêde bûye
| 2-12-2017 | (2)
spas | 2017-12-02 8:52:07 PM
bji mam zalmay
Khalilzad: Fransa pêşengiya xwe selimand
| 2-12-2017 | (1)
Kurdo | 2017-12-02 6:23:22 PM
Çend xweşe ku çareserî,bi Parîsê keve!Lê kes bawer nake ku bê Tehran û Qasim Suleymanî,çareserî,bi tenê bi Telefonê be.Heider Abadî,li Îraqê,Wekîlê...
Macron piştî civîna li gel Barzanî bi Ebadî re peywendiyek datîne
| 2-12-2017 | (1)
0.609 seconds