Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Rojhilata Navîn

Ji siyasetmedarê îsraîlî li ser "serxwebûna Kurdistanê" bangewazî

Ji aliyê RÛDAW 31-7-2017
Yarî Lapîd (Wêne: AFP)
Yarî Lapîd (Wêne: AFP)

Navenda Nûçeyan –  Serokê Partiya Yeş Adît a Îsraîlê, Yarî Lapîd bang li hikûmeta Îsraîlê kir, ku "bila hikûmetê piştgirî bide serxwebûna Kurdistanê".

 

Serokê Partiya Yeş Adît, Yarî Lapîd ku di hikûmeta berê de Wezîrê Darayî yê Îsraîlê bû û niha li aliyê dijbereya wî welatî ye diyar kir, ku divê hikûmeta Îsraîlê "piştgirî bide damezrandina dewleteke kurdî" û "komkujiya ermaniyan nas bike".

 

Li gor medyaya Îsraîlê, Lapîd li bajarê Tel Avîvê konferanseke rojnamevaniyê li dar xistiye û destnîşan kiriye:

 

“Tirk her carê hinekî din jî bi tund pihînan li me dixin, dem hate ku em êdî dev ji wê yekê berdin ku li hember tirkan em hewl didin xwe bidin hezkirin. Divê êdî em wisa bêjin: Temam, em fêm dikin. Niha em jî neçar in ku siyaseta xwe cîbicî bikin.

 

Ji niha ve em piştgirî didin ku dewleteke serbixwe ya kurdî were damezrandin. Divê em komkujiya ermeniyan nas bikin. Tiştên ku me di dema ku pêwendiyên me li gel Tirkiyê baş bû de nedikirin, divê niha pêk bînin.”

 

Herwiha Lapîd bal kişande ser wê yekê, ku divê Îsraîl dev ji fikra veguhastina gazê ji Îsraîlê ber bi Tirkiyê û ji wir jî ber bi Ewropayê berde û got: “Îsraîl nikare destûr bide, xwe bi muşteriya ku armancên wê yên neyartiyê hene girê bide. Divê bizanin ku tirk dê her dem pihînan li me bixin û emê jî her gava nikaribin bi awayekî berdewam hinekî din jî pihînan bixwazin.”

 

Weke din di sernivîsa rojnameya Jerusalem Post ku ji rojnameyên herî mezin ên Îsraîlê ye, hatibû diyarkirin ku divê ji bo damezrandina dewleta kurdî, piştgirî were dayîn.

 

Sernivîsa ku bi sernavê "Na ji loqima tirkî re: Neçariya Îsraîlê bo piştgiriya dewleta kurdî" derketiye, destnîşan kiriye: “Em weke piştevanên Îsraîlê, Yahûdî û dewleta Îsraîlê, peywira me ye ku em piştgirî bidin kurdan li ser mafê diyarkirina çarenûsê.”


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Şivan | 2017-10-17 10:21:31 PM
Derevo dike segbab.
Dillon: Em agahdar nînin ku Heşda Şeibî yan Supaya Pasdaran beşdarî êrişa Kerkûkê bûbin
| 12 demjimêr berê | (1)
mikaili | 2017-10-17 9:14:51 PM
bikujin ,eger we nekusht,ewe we bikujjin.tola kerkük hilgirin.
Li Bendava Mûsilê şer derket: 8 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin
| 12 demjimêr berê | (1)
Star GERILLA, amed | 2017-10-17 4:18:15 PM
Barzani qat birnaka, Tu seroke Hamo kurdani! Bas seri xwe bilind bigira!!!! EM ji buna xelki kurd cane xwe siper bikini!!!! NAMUSE KURDA B...
lolozano | 2017-10-17 8:14:53 PM
Ewên ku bi şert xweztine,û gotine em Gişpirsîya serxwebûna Kurdistanê,bê Kerkukê,qebûl nakin,ewana dibêjin,heger Giştpirsî li Kerkukê nehata kirin...
Barzanî: Tişta ku li Kerkûkê qewimî encama biryara yekalî ya hin kesan bû
| 18 demjimêr berê | (3)
de | 2017-10-17 5:42:42 PM
dijmine bavan nabe doste lawan.aqile xwe topi sere xwe bikin, dibe hemu servanen kurdistane bibin yek u namusa kurdan azad bikin, va tista nahe qebul...
Dr | 2017-10-17 7:51:31 PM
Rudav bu adami bir daha bu kanalda gorursem bir daha sizi takip etmem!
CHP: Tirkiye dikare di navbera Hewlêr-Bexdayê de navbeynkariyê bike
| 18 demjimêr berê | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.672 seconds