Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Îran

Referandûma Kurdistanê di konferanseke Îranê de bû sedema nakokiyan

Ji aliyê Mahmud Yasin Kurdi 3-7-2017
Nehemîn Konferansa Giştî ya Yekîtiya Radyo û Televîzyonên Îslamî
Nehemîn Konferansa Giştî ya Yekîtiya Radyo û Televîzyonên Îslamî

Meşhed (Rûdaw) – Di konferansa “Medya Îslamî” ya li bajarê Meşheda Îranê de, di navbera nûnerên kurd ên Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û şîeyên Iraqê de gengeşe derket.

 

Ev 2 roj in li bajarê Meşhed a Îranê, Nehemîn Konferansa Giştî ya Yekîtiya Radyo û Televîzyonên Îslamî tê sazkirin. Şandên Komela Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî di kongreyê de amade ne.

 

Du roja duyemîn a konferansê de du panelên bi mijara, “Destwerdana Amerîka û Îsraîlê li Rojhilata Navîn û Referandûma Başûrê Kurdistanê” hatine sazkirin.

 

Endamê şanda medyaya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Hogir Xerîb ji Rûdawê re ragihand: “Mixabin, hejmarek rêveberên televîzyon û nûnerên medya erebî û îslamî, bi teybetî jî yên şîeyên Iraqê, referandûma Başûrê Kurdistanê weke plana Amerîka û Îsraîlê ya li Rojhilata Navîn, binavkirin. Hinekan pir bi şovenîstî qala referandûmê kirin. me jî bi tundî bersiv da wan û me got, ku ev mafeke rewa û yasayî ya gelê me ye. weke hemû neteweyan mafê kurdan jî heye çarenivîsa xwe diyar bike.”

 

Dr. Hogir Xerîp herwiha got: “Beşek ji beşdarên kongreyê, gotin ku referandûma Kurdistanê parçekirina civaka îslamî û dijitiya îslamê ye. Me jî di bersivê de got, ku diyarkirina çarenivîsa xwe, ne li dijî hîmên ola pîroz îslamê ne û li gel baweriya îslamê ne nakok in. Berovajî, eger em bi çavê îslamê lê binerin, ev çendîn sal e gelê kurd di bin stemkariyê de ye û ji mafên xwe hatiye bêparkirin. Kurdan xizmeteke mezin ji dîroka îslamê û mislimanan kirine, lewma mafê wan e ku xwedî kiyeneke siyasî û serbixwe bin.”

 

 

 

 

Di Nehemîn Konferansa Giştî ya Yekîtiya Radyo û Televîzyonên Îslamî de nûnerê 230 kanalên medyayî yên 23 welatan amade dibin.

 

Konferans dê 3 rojan berdewam bike. Di civînê de Serokê Civata Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî û Serokê Civata Bilind a Îslamî ya Iraqê Emmar Hekîm jî gotar pêşkeşkirin.

 

Şîrove

 
Kurdo | 4-7-2017
Ku mere,vê tedbîrê an vê Kongirê bidet ber tefsîrek heta bi siwe,tê zanîn ku ji Dewletên dagîrkerên Kurdistanê kîjan zêde,li dijî awat û daxwê7zên miletê Kurd de.Îslama Şîee ji Îslama Sinne ji bo azadî û Serxwebûna,Kurdistanê,ji hev ne çê tirin.Çepên wan jî ewên li dijî, Îslamîye bi her Du mezheba, ewjî wisa li dijî Dewleta Kurd,dijwarin. Ema,Netewperistên wan,zêde rêzê li neteweya Kurd nagrin mîna netewdk kole,lê mêze dikin.Heta Demîokratên wan fêîbazin,hêvîyên Kurdan bi zane bûn têk didin.Çare û çêtird ku Kurd,hêvîyên xwe,nedin neyarên xwe.Ew ku Îslamîyên Kurd,di vê Kongirê de,hebûna xwe pariztine û bê rêzî qebûl ne kirine, helwesteka rawestayî bi kar hanîne.Merov,gava netirse,mêrxas be,hîngê neyar,rêzê lê digrin.
1038 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.453 seconds