Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Îran

"Îran hewl dide çareseriya mijara referandumê bi qezenca hemûyan be"

Ji aliyê RÛDAW 5-10-2017
Alên Kurdistan û Îranê
Alên Kurdistan û Îranê

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê yê Karûbarên Asya û Oqyanûsyayê Îbrahîm Rehîmpûr, danûstandinên navbera Îran, Tirkiye û Iraqê yên li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê bi başî wesf dike û dibêje: “Îran hewl dide çareseriya mijara referandumê bi qezenca hemû aliyan be.”

 

Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê yê Karûbarên Asya û Oqyanûsyayê Îbrahîm Rehîmpûr di derbarê serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Tehranê û encama gotûbêjên li ser referanduma Başûrê Kurdistanê de got: “Serdana Erdogan bo Tehranê serdaneke taybet, giring û bi bandor bû. Ez dikarim bibêjim di çar salên derbasbûyî de serdaneke bi vê astê û giring pêk nehat.” Herwiha got: “Bi sebr û bi aramî em dixwazin mijara referanduma serxwebûna Kurdistana Iraqê çareser bikin û di vê mijarê de li gel Sûriyê jî gotûbêj dikin.”

 

Îbrahîm Rehîmpûr amaje bi wê yekê kir, ku helwesta Erdogan gelek nêzîkî helwesta Îranê bûye û got: “Helwestên Erdogan û Tirkiyê gelek nêzîkî helwestên Îranê bûne di derbarê Iraqê de û heta radeyekê jî di derbarê Sûriyê de ku dahatûya bûyerên herêmê li gor rabirdûyê zelaltir dibe.”

 

Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê yê Karûbarên Asya û Oqyanûsyayê Îbrahîm Rehîmpûr weke radeyarên din ên Îran û Tirkiyê, referanduma Kurdistanê bi kiryareke Îsraîlê bi nav  kir û got: “Niha fitneya DAIŞê xilas nebûye. Îsraîlê bi referanduma serxwebûna Kurdistana Iraqê li herêmê fitneyeke din dariştiye. Lê bi heman şêwe ku di rûbirûbûna DAIŞê de me serkevtin bi dest xist, di mijarên bi vî rengî de emê heman tiştî dubare bikin, tenê bi vê ciyawaziyê ku DAIŞ ne ji me bû, Kurd ji me ne.”

 

Îbrahîm Rehîmpûr herwiha diyar kir, ku dijmin bi bikaranîna Kurdan mijûl in û got: “Em bi çareseriya wê arîşeyê mijûl in ku piştî referanduma serxwebûna Kurdistana Iraqê derketiye û em dixwazin çareseriyeke bi wê cûreyê çêbe ku weke rêkevtina navbera Îran û welatên 5+1, hemû alî qezenc bikin û çareseriyeke bi qezenca Îran, Iraq, Kurdan û Tirkiyê be.”

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

MINBIC – Rûdaw derbasî cihên bin kontrola Mertala Firatê bû Duh vî demî 09:54 |

MINBIC – Rûdaw derbasî cihên bin kontrola Mertala Firatê bû

Encûmena Leşkeriya Minbicê ji Rûdawê re got, Zêdetir
Pentagon bo Rûdawê: Pênşemiyê yekem firokeya F 35 radestî Tirkiyê tê kirin Duh vî demî 08:27 |

Pentagon bo Rûdawê: Pênşemiyê yekem firokeya F 35 radestî Tirkiyê tê kirin

Ev yek di demekê de ye, ku Senatoyê pro Zêdetir
0.719 seconds