Ji Serokomarê Îranê daxuyaniya ser Efrînê

06-02-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Hesen Ruhanî Efrîn Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li ser operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê ragihand ku ji bo artêşek têkeve xaka welatekî din, divê pêşî destûra hikûmet û gelê wî welatî werbigire û got: “Em li gel wê yekê ne ku ev operasyon di demeke herî nêz de were bidawîanîn.”

 

Li gor ajansa nûçeyan a Mehr a Îranê, Hesen Ruhanî di civîneke çapemeniyê de li ser pirseke derbarê operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê de diyar kiriye: “Li ser mijarên hêremê, bi taybetî li ser mijara Sûriyê, di navbera Îran, Tirkiye û Rûsyayê hevkariyeke baş heye. Em her sê welat, rêz li hevkariya herêm û Sûriyê digrin û ev pêvajo dê berdewam bibe.”

 

Ruhanî herwiha destnîşan kiriye: “Ji bo ku artêşek têkeve xaka welatekî din, divê pêşî destûra hikûmet û gelê wî welatî hebe. Em li gel wê yekê ne ku ev operasyon di demeke herî nêz de were bidawîanîn. Pêşniyar û nêrîna me ev e.”

 

Serokomarê Îranî Hesen Ruhanî diyar kir ku operasyona Tirkiyê li bakurê Sûriyê ti encam nade û got: “Ji ber ku birayên me yên Tirk, Kurd û Sûrî di vî şerî de tên kuştin, em li ser vê meselê, ne razî ne.”

 

Ruhanî herwiha eşkere kir ku îro li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêwendiyeke telefonî encam daye û Putin diyar kiriye ku di demên bê de ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê divê civînek pêk bînin.

 

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî diyar kir, ji ber ku Amerîka dixwaze Sûriye dabeş bike, ew hebûna Amerîkayê ya li Sûriyê şermezar dikin û ji bo aştiyeke berdewam a li herêmê, hevkariya baş a navbera Îran, Tirkiye û Rûsyayê gelek pêwîst dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst