Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Îran

Li Îranê êrişa çekdarî: 6 kuştî, 3 birîndar

Ji aliyê Sîna Soma 11-1-2017
Polîsê Îranê
Polîsê Îranê

Navenda Nûçeyan – Polîsê Îranê ragihand, di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Erakê yê wî welatî 6 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

 

Polîsê Bajarê Erakê yê Îranê ragihand, ku êrişa çekdarî ya li bajarê Erakê ku navenda parêzgeha Merkezî ya Îranê ye, ji aliyê 2 kesan ve hatiye encamdan û di lêkolînên destpêka de, wan kariye nasnameya keêsn êrişkar aşkere bikin.

 

Li gor daxuyaniya polîs, di encama wê êrişê de 6 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

 

Polîsê Erakê herwiha daye xuyakirin, ku otomobîla yek ji êrişkaran li kolaneke nêzîkî bûyerê hatiye dîtin û yek ji kesên êrişkar hatiye girtin.

 

Bi gotina polîs, gerîn li dûv êrişkarê duyem jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve berdewam dike.

 

Polîs ew yek jî aşkere kiriye, ku yek ji kesên êrişkar 8 meh berî niha bi kefaletê ji zîndanê hatibû azadkirin û bi hevkariya birayê xwe plana êrişê daniye û êriş pêk aniye.

 

Derbarê sedema êrişê de, Polîsê Îranê diyar kiriye, ku kesên êrişkar nakokî li gel xwediyê wê malê hebûne, ku êriş li wir hatiye kirin.

1172 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Tomarker | 2017-03-28 9:51:56 AM
Bibe sedema pêşveçûnên mezintir!
Kerkûkê derbarê Ala Kurdistanê de biryara xwe ya dawîn da!
| 28-3-2017 | (1)
Baran | 2017-03-27 8:34:35 PM
Nek her:"Di demek nêzîk de tevahiya Hesekê dê vegere himbêza Sûriyê". Dê tevahîya Rojavayê Kurdistanê teslîmî Esedîyan biken. YPg:e jî bila navê xwe...
Cîgirê Esed: Di demek nêzîk de tevahiya Hesekê dê vegere himbêza Sûriyê
| 27-3-2017 | (1)
lolozano | 2017-03-27 8:00:15 PM
Nivîskarê Hêja!Te,ne bes çêra(Heldenî)kirî,te çêra Paytextê Sîyaset û Roşenbîrîyê kirî.Paytextê Roşenbîrîyê bi Mamoste Îbrahîm Ahmed û Mam Celal...
Siyaseta Helednî
| 27-3-2017 | (1)
Baran | 2017-03-27 5:11:46 PM
Wate raste Pkke ji bo şerî xwe amade an hazir diket. Ev kare planeka bergirîyê ye di şerande.Da asenga ji bo hatin û çuna leşkerên beramberî xwe çêke.
FLAŞ / AMÊDÎ - 3 cihên amadekirî bo TNTyê hatin dîtin
| 27-3-2017 | (1)
0.516 seconds