Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Îran

Xaminêyî bo hersê serokatiyên Îranê: Rêyên çareseriyê bibînin

Ji aliyê RÛDAW 12-10-2018
Rêberê Îranê, Elî Xaminêyî
Rêberê Îranê, Elî Xaminêyî

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Komara Îslamiya Îranê, Elî Xaminêyî li gel hersê serokatiyên wî welatî civiya û bi wan re derbarê rewşa aboriya Îranê û sizayêna aborî yên Waşingtonê yên li dijî Tehranê de gotûbêj kir.

 

Elî Xaminêyî di vê civîna li gel Hesen Ruhanî, Elî Larîcanî û Sadiq Larîcanî de, mijarên weke giraniya li bazarên Îranê û kêmbûna dahat û şiyana kirrînê ji aliyê xelkê ve, gotûbêj kir.

 

Rêberê Îranê ji hersê serokatiyên welatê xwe xwest, ku hewla çareserkirina pirsgirêkên aborî yên welat bidin.

 

Elî Xaminêyî herwiha di vê civînê de amaje bi sîstema bankî, pereyê nextîneyî anku kaş, derfetên kar û plandanînê kiriye û ji her sê serokatiyên desthilata yasadanîn, cîbicîkirin û dadê yên wî welatî xwestiye, ku biryarên ciddî û bi kêrhatî di vê derbarê de bidin, ku bêne cîbicîkirin.

 

Rêberê Komara Îslamiya Îranê pirsgirêkên aborî yên Îranê bi ser du beşan de dabeş kir û got, beşek ji pirsgirêkên aborî pêwnedî bi rewşa navxwe ya Îranê ve heye û beşek din jî pêwendî bi siza û dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê heye.

 

Xaminêyî herwiha destnîşan kiriye, ku raste pirsgirêk hene, lê belê gelek bi astengî û asê nînin û dê rêyên çareseriyê peyda bin.


Piştî ku Amerîka di 8ê Gulana îsal de ji rêkevtina etomiya bi Îranê re derket, sizayên aborî bi ser Tehranê de sepandin.


Ji ber wan sizayên aborî rewşa aboriya Îranê gelek xirab bûye û tevî daketina berdewam a nirxê pereyê wî welatî, nirxê kelûplan li bazarên wî welatî jî gelek zêde bûye.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi rastî cudaxwaz bû 15 demjimêr berê |

Bi rastî cudaxwaz bû

Ako Mihemed li ser kesayet û nasîna xwe û mamosta Zêdetir
Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
0.531 seconds