Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Îran

2 xwepêşander li Îranê bi îşkenceyê hatin kuştin

Ji aliyê RÛDAW 14-1-2018
Rûdaw
Rûdaw

Navenda Nûçeyan - Li girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 2 çalakvanên ku bi tometa beşdarbûna xwepêşandanan hatibûne girtin, di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dan.

 

Li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Iranê du çalakvanên Kurd bi sedema ku beşdarî xwepêşandanan bibû, hatibûn girtin û di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan.

 

Li gorî ragihandina madyayên bi ser rêxistinên mafên mirovan ve, çalakvanê Kurd Saro Qareman ku temenê wî 24 e, li girtîgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê û Elî Puladî yê 26 salî li girtîgeha Çalûs li bakurê Iranê di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan.

 

Hate gotin, ku herdu çalakvan jî ji ber beşdarbûna xwepêşandanên 28ê Kanûna 2017ê bûne, hatine girtin.

 

Bi vê yekê jî hejmara ew kesên ku ji ber xwepêşandanan hatibû girtin û di 10 rojên derbasbûyî di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabûn, gihişte 6 kesan.

 

Li gor agahiyan, hêzên emnî yên Iranê, roja şemiyê bi rêya telefonê pêwendî bi malbata Saro Qareman kir û ji wan xwest, ku cenazeyê wî bibin.


Li bajarê Meşhedê di 28ê berfanbara 2017ê de bêyî bangewaziya partiyeke siyasî, komek welatiyan civiyabû û dest bi protestokirina şert û mercên aboriyê kiribû. Piştî wê xwepêşandanê çalakî vegeriyan protestoyên dijî hikûmeta Îranê û li çend bajarên din ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn.


Hat ragihandin ku li seranserê wî welatî di xwepêşandanan de herî kêm 26 kesî jiyana xwe ji dest da û herwiha bi hezaran xwepêşandêr jî hatin desteserkirin.


Nivîsîn: Aydin Bayram

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| 20 demjimêr berê | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| Duh vî demî 03:06 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.594 seconds