Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Îran

40 parêzer û çalakvanên Kurd û Îranî ji bo Hisênpenahî daxwaza efûyê ji Xaminêyî kirin

Ji aliyê RÛDAW 14-6-2018
Girtiyê siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, Ramîn Hisênpenahî.
Girtiyê siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, Ramîn Hisênpenahî.

Hewlêr (Rûdaw) - Çil parêzer û çalakvanên siyasî û sivîl ên Kurd û Îranî, nameyek ji rêberê Îranê, Elî Xaminêyî re şandine û daxwaz ji wî kirine, ku birayra bidarvekirina girtiyê siyasî yên Kurd, Ramîn Husênpenahî hilweşîne.

 

Di nameya wan parêzer û çalakvanên siyasî û sivîl ên Kurd û Îranî de hatiye, ku Ramîn Husênpenahî, ne heqê wî ye, ku bihê darvekirin û hêvî dikin ku Xaminêyî biryara lêbihorîna Husênpenahî bide û di vê cejnê de malbat û kesûkarên wî û xelkê Kurdistanê keyfxweş bike.

 

Parêzerê Ramîn, Husên Ehmedînaz dibêje, ew hatine haydarkirin ku dê piştî cejna Remezanê, cezayê bidarvrkirina Ramîn Husênpenahî were bicîkirin.

 

Ramîn Hisênpenahî di 23ê Hezîrana 2017an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû girtin û dadgeha Şoreşê a Sine bi tohmeta endmatiya Komelê û çalakiyên çekdarî li dijî hikumeta Îranê cezayê bidarvekirinê ji bo wî derxist.

 

Pêştir di destpêka meha Gulanê de jî, Rêxistina Lêborîna Navnetewî bang li hikûmeta Îranê kiribû ku cezayê darvekirinê yê Ramîn Hisênpenahî rabigire.

 

Rêxistina Lêborîna Navnetewî herwiha di daxuyaniya xwe de gotibû, ku proseya dadgehîkirina wî girtiyê siyasî yê Kurd bi awayekê nedadperwerane birêveçûye û zor li wî hatiye kirin, ku îtirafan li ser xwe bike, lê belê ji ber ku Ramîn Hisênpenahî ew yek qebûl nekiriye, rayedarên îranî yên zîndanê, ew xistine nav jûreke takekesî.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.64 seconds