Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Îran

Îran: Jineke DAIŞî li sînorê Bazirganê hat girtin

Ji aliyê RÛDAW 15-4-2019
Deriyê sînorî yê Bazirgan li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê
Deriyê sînorî yê Bazirgan li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Îranê ragihand, li deriyê sînorî yê Bazirganê yê di navbera Îran û Tirkiyê de, jineke endama rêxistina DAIŞê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên wî welatî ve hatiye girtin.

 

Medyayên Îranê îro belav kirin ku hêzên ewlekariyê yên wî welatî îro li deriyê sînorî yê Bazirganê, ku dikeve parêzgeha Urmiyê ya Rojhialtê Kurdistanê, jinek desteser kirine ku endama DAIŞê bûye.

 

Li gor agahiyan, wê jinê xwestiye hewl daye bi pasporteke saxte bi rêya deriyê sînorî yê Bazirganê ji Tirkiyê derbasî Îranê bibe.

 

Medyayên Îranê ti amaje bi nasnameya wê jinê nekirine û nedane xuyakirin ka ew xelka kîjan welatî ye û rol û erka wê di nav DAIŞê de çi bûye û ji bo çi mebestî hewl daye derbasî nav axa Îranê bibe.

 

Li aliyekê din, medyayên Îranê ji zarê berpirsên Navenda Ragihandin û Pêwendiyên Giştî yên Polîsê Îranê ve belav kirine, ku hêzên polîs ên wî welatî li deriyên sînorî bi hûrî çavdêriya hatinûçûnan dikin û rê nadin ku “kesên terorîst” bi passport ji sînorê Îranê ve hatinûçûnê bikin.

 

Deriyê sînorî yê Bazirganê li sînorê qezaya Mako ya ser bi parêzgeha Urmiyê ve ye û yek ji deriyên sînorî yên giring ên bejayî yên Îranê tê hesibandin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.234 seconds