Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Îran

Tirkiyê li hember PKKê daxwazek ji welatên îslamî kir

Ji aliyê RÛDAW 17-1-2018
13emîn Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî - Wêne: Mehr

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Tirkiyê Îsmaîl Kahraman di 13emîn Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî ya li Tehranê de, ji Îran û welatên îslamî xwest, di tekoşîna li hember PKKê de alîkariyê bidin welatê wî.

 

Bi mêhvandariya îranê, 13emîn Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî duh (17-01-2018) li paytexta wî welatî Tehranê dest pê kir.

 

Bi giştî 54 welat endamên Rêxistina hevkariya Îslamî ne lê tenê nûnerên 44 welatan beşdarî civînê bûn, ku ew jî serokên parlamentoyan û serokên grûbên dostanî yên endamên vê rêxistinê bûn.

 

Welatên weke Erebîstana Siûdî, Bahreyn û Îmaratê, ji ber pirsgirêkên xwe yên li gel Îranê, ti nûner neşandine civînê.

 

Alîkarê Serokê Parlamentoya Îranê Emîr Ebdullahyan ragihand, ku hemû welatên endam ji bo civînê hatine vexwendin û amaje bi wan hersê welatan jî kir û got: “Divêya ew jî bêyî ku guh bidin pirsgirêkên dualî, beşdarî civînê biban.

 

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî, ku ji bo civînê hatibû vexwendin, gotarek pêşkeş kir û got: “Cîhana Îslamî bi pirsgirêkên curbicur re rûbirû maye. Hêjarî, geşedana lawaz, pirsgirêkên dualî mînaka çend pirsgirêkan e. Riya çareseriya wan pirsgirêkan ne ew e, ku çavê me li destê welatên biyanî be. Ezmûnan nîşan daye, ku welatên biyanî li gorî berjewendiyên xwe dikevin nav pirsgirêkan û ew jî di ziyana welatên îslamî de ye.”

 

Di civînê de Tirkiyê jî daxwazeke taybet ji welatên Îslamî kir.

 

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Îsmaîl Kahraman di gotarekî de ji welatên endam xwest, di tekoşîna li dijî PKKê û rêxistinên din jî alîkariyê bidin Tirkiyê.

 

Kahraman got: “Pêşîgirtina terore bi hevkariya dewletan serdikeve. Çi FETO, çi PKK û PYD, çi jî DAIŞ an jî DHKP-C be, bi ci navî dibe bila bibe, em hertim behsa giringiya tekoşîneke gerdûnî ya li dijî rêxistinên terorê dikin.”

 

Yek ji rojeva giring a vê civînê, mijara Orşelîm û Filistînê bû.

 

Serokê Parlamentoya Îranî Elî Larîcanî got: “Ev civîn ji bilî gotûbêjkirina pirsgirêka Filistîn û terorîzmê, dê riya hevkariya aborî ya di navbera welatên îslamî de peyda bike.”

 

13emîn Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî di roja duyemîn de berdewam dike.

 

Serokê vê rêxistinê 2 salan carekî tê hilbijartin û Elî Larîcanî ji bo 2 salên pêş dê serokatiya wê bike.

 

(N.S)

 

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.781 seconds