Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Îran

Îran: Referandum dê Kurdistanê lawaz bike

Ji aliyê RÛDAW 17-7-2017
Şanda YNKê li Tehranê bi Sekreterê Encumena Bilind a Asayişa Netewî ya Îranê, Elî Şemxanî re civiya.
Şanda YNKê li Tehranê bi Sekreterê Encumena Bilind a Asayişa Netewî ya Îranê, Elî Şemxanî re civiya.

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Rêberê Îranê û Sekreterê Encumena Bilind a Asayişa Netewî ya Îranê, Elî Şemxanî li Tehranê bi şandeke pilebilind a YNKê re civiya û ragihand, referandum dê bibe sedema lawazbûna Kurdistanê û Iraqê.

 

Îro duşembî 17ê Tîrmehê şandeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî li Tehranê bi Sekreterê Encumena Asayişa Netewî ya Îranê, Elî Şemxanî re hevdîtin pêk anî.

 

Li gorî ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, Elî Şemxanî û şanda YNKê di vê hevdîtinê de derbarê rewşa dawî ya deverê û pêşhatên herî dawî yên li Herêma Kurdistanê û deverê de gotûbêj kirin.

 

Elî Şemxanî di civînê de amaje bi biryara referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê kiriye û ragihandiye, ku ew referandum dê Kurdistanê lawaz bike û kurdên li Iraqê jî paşguh bixe.

 

Li gorî nûçeya IRNAyê, Şemxanî li ser referandumê wiha axiviye: “Her çend renge mijara referandumê mijareke balkêş be, lê belê di rastiyê de dê bibe sedema paşguhxistin û çêbûna guvaşan li ser Kurdên Iraqê û lawazbûna Kurdistanê û di encamê de jî lawazbûna tevahiya Iraqê.”

 

Sekretrê Encumena Bilind a Asayişa Netewî ya Îranê destnîşan kir: “Lidûvçûna ji bo mijara sazdana referandumê, ji bo cudayî û çêkirina şeqan di nava millet Iraqê de, li gorî lawekîbûn û bersivnedana ti ewlewiyet û pêwîstiyên rastîn ên xelkê, li gel têfikrîn û siyaseta berpirsên Iraqê nagunc e.”

 

Elî Şemxanî tekez kiriye, ku Îran ji bo xelk, partî û rêxsitinên li Herêma Kurdistanê hêviya ewlehiyê, pêşkevtina aborî û refahiyetê dike.

 

Şemxanî amaje bi hewlên bo lawazkirina Iraqê û welatên herêmî kir û got: “Armanca hinek welatan, lawazkirina Iraqê û hin welatên din ên mezin li rojavayê asyayê ye. Bi hişyarî û li ber çav girtina berjewendiyên netewî û berjewendiyên cîhana îslamê nabe ku rê were dan, ku ew proejyên koloniyalîstî û hawirdeyî yên weke Rojhilata Navîn a Mezin cîbicî bibe.”

 

IRNAyê amaje bi wê jî kiriye, ku Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl Elî û şanda pê re jî di vê civînê de derbarê rewşa dawî û pêşhatên li Herêma Kurdistanê û deverê zanayrî dan Sekreterê Ecumena Bilind a Asayişa Netewî ya Îranê.

 


Şanda YNKê herwiha ragihandine, ku Îran herdem piştevanê gelê Kurd li Herêma Kurdistanê bûye û gotine: “Pêwendiya navbera Îran û Herêma Kurdistanê, pêwendiyeke şaristanî û dîrokî ye û Herêma Kurdistanê şanaziyê bi dostaniya li gel Komara Îslamiya Îranê dike.”

 

Kosret Resûl di beşeke din a axavtinên xwe de, behsa alîkariyên Îranê yên bo Herêma Kurdistanê di dema êrişên DAIŞê de kir û ji bo wan alîkariyan spasiya wî welatî kiriye.

 

Di şanda YNKê de ku serdana Îranê kiriye, Mela Bextiyar û Omer Fetah, Mehmûd Sengawî, Xesro Gul Muhemed û Bavil Talebanî cih digirin.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-09-19 6:43:14 AM
Alî Bapîr Selefiyekî islama radikale. Heta kesê wek wan hebin, ti kes pisht nade Kurdistanê!!!!
Bernas | 2017-09-19 8:51:13 PM
Gelo oldarî tê wateya xizmekarî û koledarî ya neyaran? Hemû olderên gelên din bi navê ol xizmeta gelê xwe û welatê xwe dikin. Hemû welatperwer in....
Seidî Pîre li ser aktîvkirina parlementoyê bersiv da Elî Bapîr
| Duh vî demî 12:32 | (2)
Bernas | 2017-09-19 8:25:13 PM
E..., nepoxa/balona Tirkíyé édí teqíya. Kesek nema ku bi wan re bibin şîrik bona dorpêçkirina Kurdistan, ku wan di van duh rojên dawî qaldikir....
REFERANDUM - Serokê Fransa: Em nabin rêgir li pêş proseyeke demokratîk
| 9 demjimêr berê | (1)
Kan hún jihîkmet û zîrekiya xwe nîşan bidin | 2017-09-19 7:42:40 PM
Ka hun ji zírekbuna xwe ní$andin.Pirsgrékén Iraqé cuye hatiye li ser milé Kurdan maye? Hún jí zanin mesele ci meseleye. Hún ji buy Irané $uré xwe...
Erebistana Siûdî: Bila Barzanî hîkmet û zîrekiya xwe nîşan bide
| 17 demjimêr berê | (1)
Gîwar | 2017-09-19 4:04:00 PM
Her bijî ji birêz Berhem Salih re! Gorran û Komala îslamî te ji xwe re bikin nimûne! Ev refarandûm ne pirsa partîyan e, pirsa nistîmanê ye! 
Berhem Salih: Ez bi serxwebûna Kurdistanê re me
| 12 demjimêr berê | (1)
0.547 seconds